Ji CHP’ê dîmenên Kampa Apaydin

Ji CHP’ê dîmenên Kampa Apaydin

Endamê Meclîsa Partiya CHP’ê û Parlementerê Kocaeliyê Hurşît Guneş, dîmenên şefê Artêşa Azadiya Sûriyeyê Riyad El Esad yên di konek ya Kampa Apaydinê de kişandî parvekir.

Parlementerê CHP’ê Hurşît Guneş di civînek ya çapemeniyê de dîmen parvekirin. Di dîmenên ku bi îngilîzî pêşkêşiya wê hatiye kirin, her wiha axaftinek ya Riyad ku bi telefonê dema fermanê dide milîtanekî yê Helebê jî cih digire. Dîmen ji du filman pêktê. Di ya yekem de dema Riyad di konekê de pêşwaziya ziyaretvana dike û bitelefonê di axive, ya duwem jî li malekê tê dîtin. Li gorî Guneş malekî ya menzereya wê dişibe Stenbolê ye.

Guneş di civîna çapemeniyê de dîmenan jî nîşan dide û da diyarkirin ku, “Riyad diçe dervey Kampa Apaydin û ji bo hevdîtinê bi rayedarên paye bilind yên leşkerî re bike tê Stenbolê. Ez bala we dikişînim ku malek ya bimenzereya Stenbolê ye.”

PERWERDE LI STENBOL Û EDENEYÊ TÊN DAYÎN

Guneş anî ziman ku, “Di filmê duwem de jî jinek ya nû tevlî Artêşa Sûriyeya Azad dibe, di hevpeyvîna bi îngilîzî dayî de tîne ziman ku, perwerdeya xwe li Tirkiyeyê dibîne.” Guneş wiha berdewam dike: “Perwerdeyên xwe li Stenbol û Edeneyê dîtine. Li ser pirsê Jin dibêje, ‘Perwerdeyê artêşa Tirk dide’. Ji fermandarên Artêşa Sûriyeya Azad Albay Malik el-Kurdî jî li Kampa Apaydine.”

SÛCEKÎ MAKEZAGONÎ HEYE

Guneş wêneyên kesên çekdar yên li ber konên Turk Kizilayê kişandine jî nîşanda û wiha got: “ Li gorî madeya 90’mîn ya makezagonê, tenê saziya ku biryar bide çekdarên biyanî li Tirkiyeyê bimînin TBMM’ye. Destûrek wiha nehatiye girtin. Di holê de sûcekî makezagonî heye. Li gorî makezagon û zagonên têkildar, ez di derbarê Serokwezîr Erdogan, Wezîrê Derve Ahmet Davûtoglû, Wezîrê Parastina Netewî Îsmet Yilmaz, Wezîrê Navxweyî Îdrîs Naîm Şahîn û Waliyê Hatayê Celaledîn Lekesîz giliyê sûc dikim.”

BILA LÎSTEYA RÊWÎNGÊN THY Û JETA ANADOLÛ BÊNE AŞKERA KIRIN

Li aliyê din Alîkarê Serokê Giştî yê CHP’ê Halûk Koç jî xwest ku lîsteya rêwiyên Rêyên Hewayî yên Tirk (THY) û Anadolû Jet yên ji Stenbolê diçin Hatayê bên aşkera kirin. Koç ev tişt anîn ziman: “ Ji dervey kesên di statûya penaber ji Sûriyeyê tên Tirkiyeyê, kesên Çeçen, Efxan, Pakîstan, Lîbya tên û tevlî pevçûn li Sûriyeyê dibin, têde ne. Gelek ji vana li ser Stenbolê re tên bajar. Bila lîsteya rêwiyên THY’ê aşkera bikin.”

Koçê ji rojnameya Hurriyetê re axivî got; “Di nava gelê Hatayê de diltirsiyek heye. Kesên ne xelkên Sûriyeyê ne jî li nava bajar digerin. Mal tên kirê girtin, kesên li van malan hertim tên guhertin. Walî got, ‘Di derbarê kesên ne xelkên Sûriyeyê ne tespîtek me ya fermî tune ye’ lê belê tiştên ku xelk dibêje cûdaye. Ew dihizirin ku, ev kesane ewin yên ku li ser Tirkiyeyê re tevlî pevçûnên li Sûriyeyê dibin.”