Projeya bûyîna destebira ya bajarên Celle yê Almanyayê ku hejmarek zêde ya Êzidiyan lê dijîn û Êlihê gihişt asta dawî. Şaredarê Celle yê SPDyî Dirk-Ulrich Mende jî piştgirî dide projeyê. Kurdên li Celleyê dê di rojên pêş de îmzeyan kom bikin.
Bajarê Celle yê li Eyaleta Saksonyayê Jêrîn a li bakurê Almanyayê û şêniya wê 70 hezar e, ji dîroka kurdên diasporayê de xwedî cihek girîng e. Li gor daneyên fermî zêdetirê 10 hezar êzidî li vê bajarê 40 kîlometre ji paytexta eyaletê Hanverê dûr e, dijîn. Yanî ji sedî 10ê şêniya bajêr Êzidî ne. Li seranserê Almanyayê jî zêdetirê 100 hezar êzidî hene.
Penaberiya Kurdan a ber bi Celleyê ve di salên 1960an de dest pê kir. Piraniya wan ji navçeya Qûbîn a Êlihê hatin. Li gorî hin çavkaniyan, sedema ku êzidî ji Êlihê koçberê Celleyê bibin, endezyarên Alman ên ku di bîrên petrolê yên li Êlihê de dixebitîn bûn. Di sala 1975ê de fîrmaya Alman dest bi kolandina bîrên petrolê yên li Êlihê kiribû, piştî ku endezyarên Alman dibînin êzidî li vir li rastî zextan tên, rê nîşanî wan dabûn ku koçberê Almanyayê bibin.
"BILA CELLE Û ÊLIH BIBIN DESTEBIRA"
Pênç nifşên Êzidiyan li Celleyê dijîn, êdî rêveberên bajêr ji nedîtî ve nayên. Yek ji cihê ku rayedarên bajêr û di serî de jî Şaredar Dirk-Ulrich Mende diçin serdanê Navenda Çandê ya Êzidiyan e. Heta şaredarê Alman sala par çûbû serdana Êlihê û ji bo projeyan hevdîtin pêk anîbû.
Bi heman awayî Cîgirê Şaredarê Êlihê Serhat Temel hatibû Celleyê û projeya vegera Êzidiyan a ber bi welatê wan ve anîbû rojevê. Şêniyên Kurd ên li Celleyê ev demek e ji bo Celle û Êlih bibin destebira îmze kom dikin. Proje ji aliyê koma SPD ya meclîsa şaredariyê ku şaredarî di destê wan de ye ve hat erêkirin.
ŞAREDAR PIŞTGIRÎ DIDE PROJEYÊ
Serokê komê Jurgen Rentsch got ku ew piştgirî didin projeya Kurdan daye destpêkirin. Lê ji bo ev proje bikeve meriyetê, tenê piştgiriya SPDê têrê nake. Divê endamên din ên meclîsa bajêr jî piştgirî bidin. Ji Şaredariya Celleyê Myriam Meissner, agahî da ANFê û diyar kir ku şaredar Mende jî girîngiyek mezin dide penaberên Kurd û piştgirî dide projeya Kurdan.
Rayedar şaredariyê da diyakirin ku niha Celle bi 10 bajarên cûda yên cîhanê re destebira ye û got; Butçeya ji şaredariyên destebira re tê zêdetir dibin. Ji ber wê jî dê gelek zor be ku meclîsa me bi giştî projeya destbiratiya bi bajarê Kurdan Êlihê re qebûl bike." Kurd dê îzmeyên xwe di 26ê hezîranê demjimêr di 14.00 de bidin şaredar. Ji bo proje bê qebûlkirin, divê herî kêm ji sedî 10ê şêniya bajêr îmze bide.
DÎROKA KOÇBERIYA ÊZIDIYAN
Êzidiyên Kurd ên ku di her şer û pevçûnê de neçar diman koçber bibin, di dema şerê Osmanî û Rûsan de yê di sedsala 19emîn de koçberê welatên Kafkasyê bûn. Di dema Yekemîn Şerê Cîhanê de jî ji ber Êzidiyan Ermeniyên li rastî êrîşan hatin parastin, dîsa koçber bûn. Pêla sêyemîn a koçberiya Êzidiyan di nîva salên 1960an de dest pê kir. Niha nêzî milyonek Êzidî li diasporayê dijîn.