Rojnamevan û parêzvanê mafê mirovan ê Kurd Mihemed Sidiq Kebudwend ê di Girtîgeha Evîn a Tehranê de ye, ji bo zaroka xwe yê bi nexweşiyeke kujer ketiye bibîne, 10 caran daxwaza dîtinê kir, lê di her carekê de daxwaza wî hat redkirin. Kebudwend ket greva birçîbûnê. Her ku diçe rewşa wî xirab dibe û malbata wî ji vê yekê bi fikar e.
Rojnamevan û Serokê Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê (RKMM) Mihemed Sedîq Kebûdwend ê 50 salî ye, bi hinceta bi darmezrandina RKMM’ê û boykotkirina hilbijartinên sala 2005 ên “dijminahiya Komara Îslamî ya Îranê” kiriye, hat girtin û 11 sal cezayê girtîgehê lê hat birrîn.
Rojnamevanê Kurd di sala 2009 de hêjayê xelata “Rojnamevanê Navneteweyî yê Salê” ya ji aliyê Civata Rojnamevanên Îngilîz ve tê dayîn hat dîtin. Kebûdwend, di sala 2012 de ji ber agahiya ji zaroka xwe Peyman wergirt, têk çû . Peyman bi nexweşiyeke kujer ketiye. 5 meh in di nexweşxaneyek a Tehranê de tê dermankirin.
Piştî nexweşiya Peymanê, ji malbatê zêdetir, Kebûdwendê ku di girtîgehê de nexweş e, ji her kesê zêdetir ji vê rewşê bandor bû. Kebûdwend ji bo dîtina Peymanê tam 10 caran daxwazname ji rayedarên Îranê re şand, lê di her carekê de daxwaza wî hat redkirin.
Her çendî gelek pirsgirêkên tenduristiyê yên Kebûdwend ên weke nexweşiya prostatê jî hene, ji bo Peymana biçûk a di nexweşxaneyê de tê razandin bibîne, dest bi greva birçîbûnê kir. Kebûdwend di 26’ê gulanê de dest bi greva birçîbûnê kir. Rayedarên Îranî der barê rewşa Peymanê de jî tu agahî nedidan Kebûdwend.
Hevsera Kebudwend, Perînaz Huseynî di daxuyaniya da de ragihand ku ew ji rewşa hevserê xwe gelek bi fikar e û destnîşan kir ku wê fêm nekir çima rayedarên Îranî destûr nadin ku bi hevserê wê Kebudwend keça xwe bibîne.
Perînazê got; “Dibe ji ku sedema van redkirina hemû ew be ku ji ber ku hevserê min Kurd e, an jî dixwazin ku çûkên xwe li erdê bixe û ji dewletê lêborînê bixwaze.”
Kebûdwend, beriya niha gelek caran ji ber pêkanînên li hemberî wî û nedihat dermankirin dihat rojevê û careke bi krîza dil, carek jî bi krîza mejî ketiye.
Parêzera Kebudwend, Nesrîn Sotoudeh ragihand ku miwekîlê wê Kebûdwend yek ji wan girtiyên ku di nava şert û mercên herî xirab ên girtîgehên Komara Îslamî ya Îranê de tê ragirtine.
Rêxistina Efûya Navneteweyî (Ai-Amnesty international) der barê destûrnedana hevdîtina Kebûdwend a bi zaroka wî re bi awayê “zalimane û neheqiyê” bi nav kir û rêxistinê ji Îranê xwest ku daxwazên Kebûdwend di demek zû de qebûl bike. Her wiha, rêxistinê beriya niha jî gelek caran bang li rejîma Îranê kiriye da ku bê şert û merc Kebûdwend serbest berd.
Damezrênerê Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê (RMK) ya li Rojhilatê Kurdistanê û serokê wê Kebudwend, di heman demê de di 27’ê pûşpera 2004 de sernivîskarê rojnameya Peyamê Merdomê Kurdistan a ku ji bo sê salan hate qedexekirin bû.
Di gulana 2008 de ji aliyê dadgehê ve hate gazîkiri û 11 sal cezayê girtîgehê lê hate girîn. Ji ber avakirina Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê ava kiriye, bi “li hemberî ewlehiya dewletê rabûye” hate sucdarkirin û her wiha ji ber ku têkiliyên wî bi rêxistinên navnetewî yên mirovahiyê re hebû, bi hinceta “Komara Îslamî ya Îranê sucdar kiriye” hate tawanbarkirin.
JI BO NY’YÊ BANGEWAZÎ
Zêdetirê 350 çalakvanên sivîl ji bo rewşa Serokê Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê (RKMM) rojnamevan û çalakê mafê mirovan Mihemed ê ku bi awayeke nexweş di benda 350 ya girtîgeha Tehranê de tê ragirtin û di greva birçîbûnê de, nameyek ji Lêkoleriya Bilind a Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî re şandin. Bi piştgîriya zêdetirî 350 çalakvanên sivîl, siyasî û rojnamevanên Kurd û Îranî, bal kişandine ser rewşa xirab a girtiyê siyasî yê Kurd, Mihemed Sedîq Kebûdwend û ji wan xwestine der barê veguhestina Kebûdwend bo derveyî girtîgehê, bi mebesta tedawiyê û hevdîtina bi zarokê xweyê nexweş re hewileke cidî bidin. Çalakvanên Kurd û Îranî ji NY’yê daxwaz kirin ku bi mebesta tedawiyê û hevdîtina bi zarokê xweyê nexweş re hewileke cidî bidin.