Ji bo zarokên ku cezayê pere nedane , dîsa girtîgeh

Ji bo zarokên ku cezayê pere nedane , dîsa girtîgeh

Rejîma AKP’ê ya ku bi aşkereyî dijminahiya zarokên Kurd dike, dixwaze careke din zarokên ku bi hinceta ziyan dane malê gelemperiyê û cezayê pere wan hatiye birîn, ceza bike. Doz li 18 zarokên Kurd ên ku niha bi awayeke girtî û serbest tên darizandin bi hinceta cezayê pere nedane dewletê wan hat vekirin.

Tirkiye di warê girtinên siyasî de girtîgeha herî mezin a cîhanê ye. Zarokên Kurd ji ber sedemên siyasî tên girtin, her roj bi pêkanînekê tên mexdurkirin. Bi taybetî ji bo zarokên Kurd yên Edene û Mêrsînê rejîmeke zextê ya cuda hatiye afirandin. Polîs, dozger û dadger li hemberî zarokan mînakeke dijminahiyê ya ku mirov pê bawer nakin nîşan didin.

Li Mêrsînê ji temenê zarokan zêdetir ceza tên birîn û heri wiha ji wan û malbatên wan jî bi hinceta ku zirar dane malê dewletê bi giştî heta 150 hezar TL pere ceza tê birîn û malbatên ku nekarin vî pereyê jî bidin rastî dozê tên.

BI KEVIRAVÊTINÊ ZIRAR DAYE DEWLETÊ!

Li navçeyên Akdenîz û Toroslarê ya Mêrsînê ji bo 40 zarokan bi hinceta ku di dema çalakiyan de zirar dane malê dewletê û gelemperiyê bi giştî 150 hezar TL cezayê pere hate dayîn. 18 zarokên ku nekaribû pere bidin bi dawza Wezareta Navxweyî ya Tirk li wan doz hate vekirin.

Di doza ku ji aliyê Wezareta Navxweyî ya Tirk ve hate vekirin de bi hinceta ku ‘kevin û Molotof avêtine wesayîtên dewletê’ û bi îdiaya ku dewlet rastî zirarê hatiye tê xwestin ku zarok dîsa bên ceza kirin. doza ku ji aliyê 4’emîn Dadgeha Ceza Esliye ya Mersînê hate vekirin, danişîna wê ya yekemîn di 8’ê tîrmehê de dê pêk bê.

Parêzerê mexdurekî Ferhat Erbey û endamê Lijneya Rêveberiya Navendî (LRN) ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) parêzer Eyup Sabrî Oncel bertek nîşan da û diyar ku ligel ku cezayê pere têr nake vê carê jî daxwaza cezayê girtîgehê tê kirin. Parêzeran wiha got: “Bi vekirina dozê re dixwazin zarokan bigirin. Gelek zarokên ku doza wan hêj bi encam nebûye cezayê pere lê tê birîn.”

WEZARET JI DADGEHÊ LEZGÎNTIR DERKET Û CEZA BIRÎ!

Oncel destnîşan kir ku beriya ku doza zarokan bi encam bibe, bi cezayê dayîna pere Wezareta Navxweyî beriya dadgehê tevgeriya û zarok sucdar îlan kirin. Oncel wiha got: “Wezareta Navxweyî ne saziya darizandiniyê ye. Beriya ku daraza dadgehê biqede wezaretê cezayê pere da û ev jî têr nekir kesên ku pere nedane jî doz li wan hate vekirin. Ger ku ev pere neyê dayîn dê zarok dîsa bên girtin.”