3. Dadgeha Cezayê Giran ya Rayeya Taybet ya Meletî di derbarê 3 kuştinên kiryar nediyar yên li Xarpêt û Dêrsimê yên sale 1992 û 1993’an de biryara girtina Mahmût Yildirim bi nasnavê Yeşîl hate derxistin.
Dadgeha ku serlêdana Cîgirê Serdozgerê Rayeya Taybet ya Meletiyê nirxand û di derbarê 3 kuştinan de biryara girtina Yildirim hate derxistin.
Di 27’ê Tîrmeha 1992’an li bajarokê Akpazar ya navçeya Mazgirtê di demê derketina kar de Ayten Ozturk hatibû revandin û piştî 12 rojan li Goristana Asrî ya Xarpêtê mirî hatibû dîtin. Parêzer Metîn Can û dixtor Hesen Kaya jî di 21’ê Sibata 1993’an de li Xarpêtê winda bibûn, piştî 5 rojan di 10’mîn kîlometreya rêya Dêrsim-Xarpêtê li bin Pira Dînarê mirî hatibûn dîtin.