Ji bo 'şahidiya veşarî' Lêkolîna Meclisê hate xwestin

Ji bo 'şahidiya veşarî' Lêkolîna Meclisê hate xwestin

Parlamentera BDP’ê ya girtî ya Mêrdînê Gulser Yildirim, diyar kir ku di dozên KCK’ê de “şahidiya veşarî” ya ku bi rêkûpêk tên meşandin pergala edaletê serûbin kiriye û Lêkolîna Meclisê xwest.

Şahidekî veşarî yê bi navê kod ‘Oyun Bozan’ ku ji hezîrana 2009’ê heta niha di operasyonên KCK’ê de wekî şahidê veşarî tên guhdarîkirin û li ser bi sedan kesî îfade daye û li ser îfadeya wî sedan kes hatine girtin. Şahidê veşarî piştî ku li xwe mikur hat û got ew aji ber zextên polîsan îfadeyê dide. Li ser daxwaza Parlamentera BDP’ê ya Mêrdînê ya girtî Gulser Yildirim, ji Cîgira Serokê serokê Koma BDP’ê Pervîn Buldan daxwaz kir ku Lêkolîna Meclisê bê kirin.

Di beşa hincetê ya pêşnûmeya lêkolînê de hate destnîşan kirin ku di bin navê KCK’ê de di dozên siyasî de bi awayekî rêkûpêk pergala şahidê veşarî tê bikaranîn. Di pêşnûmeyê de wiha hate gotin: “Ji hezîrana 2009’ê heta niha şahidê veşarî yê bi navê M.E ku di girtinan de navê wî wekî ‘Oyun Bozan’ dihat nasîn gotibû; ‘Min ji ber tehdît û şantaja polîsan şahidiya veşarî qebûl kir. Ji ber vê kesên ku min nas nedikir, îfade da.“

Yildirim da zanîn îfadeyên vî kesî ji senaryoyan pêk tê û wiha got: “Li dewletên hiqûq yên demokratîk, îdiayeke bi vî rengî ku rê li ber krîza edlî û siyasî vedike, hestên edaletê texrîb dike.” Yildirim xwest ev pêkanîna rê li ber bêbaweriya hiqûqê vedike, Lêkolîna Meclisê bê kirin.