Ji bo tezkereya Sûriyeyê runiştina sergirtî

Ji bo tezkereya Sûriyeyê runiştina sergirtî

Tezkereya ku hikûmetê derbarê Sûriyeyê de amadekiribû di runiştina sergirtî de tê nîqaşkirin. Di encama topebarana Sûriyeyê de li navçeya Akçakaleya Rihayê 5 kesî jiyana xwe ji dest dabû. Hin tax hatin valakirin. Hate diyarkirin k udi encama topebaran a Tikriyeyê de gelek leşkerên Sûriyeyê hatine kuştin.

Li navçeya Akçakale ya Rihayê di encama topebaran Sûriyeyê de 5 welatiyê jiyana xwe ji dest dabû piştî vê hikûmetê derbarê Sûriyeyê de tezkere anî rojevê niha li Lijneya Giştî ya Meclîsê tê nîqaşkirin.

Beriya hevdîtinan nîqaşa usulê pêk hat. Parlamenterên CHP’ê da zanîn ku li gorî rêziknameya hundir tezkere nekare bê nîqaşkirin. Cîgirê Serokê Meclîsê Mehmet Saglam jî hevdîtin berdewam kir. Di hevdîtnê de Cîgirê Serokê Koma CHP’ê Muharrem Înce axivî û got: “Serê welat nexin belayê. Hevalên parlamenter werin, vê tezkereyê jî weke ya 1’ê adarê qebûl nekin. Ev tezkere li dij Xala 92’emîn a Makeqanûnê ye. Sînorê wê ne diyar e. Hun bi vê tezkerê dikrin şerê cihanê bikin.”

Serokê wekîlê koma MHP’ê Oktay Vural jî da zanîn ku MHP’ê hinceta amadekarina tezkerê lêkolîn kirine û wiha got: “Dê pêvajoyê ku em hesab bidin vî gelî. Em di runiştina sergirtî de vê dê nîqaş bikin. Hikûmet hêj me agahdarî nekiriye. Hevdîtinên tezkereyên çima sergirtî tên kirin. Hûn çi ji gel vedişêrin. Bila hkûmet agahiyên runiştina sergirtî ragihîne, bila yê din jî runiştina vekirî be.”

DERBASÎ RUNIŞTINA GIRTÎ BÛN

Di navbera Muharrem Înce yê CHP’ê û Nurettîn Canîkîlî yên AKP’ê nîqaşa ‘hun li aliyê kê ne’ hate kirin û navber dan runiştinê. Piştî runiştinê dîsa dest pê kir, ji bilî hin parlamenter û burokratan girtî tê meşandin. Di runiştina girtî de li ser navê hikÛmetê Wezîrê Karê Derve Ahmet Davutoglu dê agahdariyan bike.

JI BDP’Ê BO TEZKEREYA ŞER ‘NA’

Di vê navberê de wekîla Cîgira Serokê Koma BDP’ê Pervîn Buldan jî der barê tezkerê de axivî û ew piştgiriyê nadin tezkereya Sûriyeyê.

HIN TAX HATIN VALAKIRIN

Meclisê dest bi runiştina sergirtî kir. Li navçeya Akçakaleya Rihayê ku 5 kesan jiyana xwe ji dest da hin tax tên valakirin. Heta niha 3 tax hatin valakirin. Gelek welatî jî ji bo biçin cihên din gel xizmên xwe amadekariyan dikin.

ÊRÎŞÊN TOPAN YÊN TIRKIEYEYÊ DIDOME

Li aliyê di piştî bûyran du di saetên êvarê de Tirkiyeyê li hemberî Sûriyeyê êrîş dan destpêkirin. topbaran ji Fermandariya Tabura Hudut ya Akçakaleyê tê kirin, tê îdiakirin ku herêma Ayn El Arus a navçeya Telabyad a bajarê Reqayê hedef digire. Her wiha tê îdiakirin ku gelek leşkerên Sûriyeyê jî mirine.