Ji bo Tanrikûlûyê HDP’yî biryara berdewamkirina girtinê hate dayîn

Derbarê Endamê Meclisa Ciwanan ê HDP’ê yê berê Husamettîn Tanrikûlû yê li ser hedefnîşandana Suleyman Soylû hatibû girtin, biryara berdewamkirina girtinê hate dayîn

Endamê Meclisa Ciwanan a HDP’ê yê berê Husamettîn Tanrikûlû di çarçoveya lêpirsînek Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de 3’yê îlona 2022’yan hatibû destgîrkirin. Wezîrê Karên Navxweyî yê berê Suleyman Soylû, Tanrikûlû hedef nîşan dabû. Dadgehê piştre bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” Tanrikûlû da girtinê. Danişîna sêyemîn a doza Tanrikulu li 29’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya li Edliyeya Çaglayanê hat li darxistin. Tanrikûlû bi rêya SEGBÎS’ê ji Girtîgeha Sîlîvriyê beşdarî danişînê hat kirin. Parêzera wî Nagehan Avçil û malbata wî tev li danişînê bûn. 

Tanrikûlû axivî û îdiayên li ser xwe red kir û got tawanbarî tu awayî nayên qebûlkirin. Tanrikulu destnîşan kir ku îfadeyên Şiyar Aydin ê ku li dijî wî ne, ne rast in.

Parêzer Nagehan Avçil jî li ber îdiayan rabû û tawanbariyan red kir û xwest miwekîlê wê bê berdan. 

Dozger xwest Tanrikûlû girtî bê darizandin. Dadger jî daxwazên Tanrikûlû û parêzera wî red kirin û danişînê taloqî 7’ê Tîrmehê kir.