Dozgeriya Holandayê li hemberî bazirganê çekên kîmyewî yê Frans Van Anraat ê ku ji ber rola xwe ya di komkujiya Helepçeyê de bi 17 sal cezayê girtîgehê hatiye mehkûmkirin, doza milyonek Euro vekir.
Dozgeriyê da zanîn ku sucdarê şer Anraat vî pereyî bi rêya sucên krîmînal van pereyan bi dest xistiye û divê careke din li dewletê vegerîne.
Bazirganê çekan van Anraat di salên 80’yan de bi tonan madeyên kîmyewî yên bi navê thiodiglycol (TDG) yên di gaza xerdelê de tên karanîn firote rejîma Baas a Iraqê. Rejîma Iraqê van çekan li hemberî Kurdan kar anî û di Enfalê de zêdetirê 200 hezar Kurd hatin kuştin. Di 16’ê adara 1988’ê de rejîma Sedam navçeya Helepçeyê kîmyebaran kir û di encamê de zêdetirê 5 hezar Kurd jiyana xwe ji dest dan.
Van Anraat ji ber rola xwe ya di komkujiyên li hemberî Kurdan û bi taybet Heleçpeyê de ji sucên şer û li dijî mirovahiyê bi 17 sal cezayê girtîgehê hate mehkûmkirin. Cezayê van Anraat di gulana 2007 de ji aliyê dadgeha bilind a Holandayê ve hate erêkirin.
Li gorî dozgeriyê, van Anraat di dîrokên nîsana 1984 û tebaxa 1988 de bi TDG’yan 1.086.976 euro qezenç kiriye û divê vê yekê li dewletê vegerîne.
Her çendî Holandayê baziganê çekan van Anraat darizand û mehkûm kir, lê heta niha ji ber komkujiyê lêborîn ji Kurdan nexwestiye û tu tazmînatek nedaye mexdûrên komkujiyê. Di lêpirsîna veşartî ya di 1998 de ji aliyê NY’yê ve hate kirin, aşkere bibû ku Wezareta Bazirganî ya Holandayê ji bo pêşî li Van Anraat bigire daku çekan nefiroşe rejîma Iraqê, tu tiştek nekiriye û belge ji aliyê wezaretê ve hatibûn erêkirin.