Dozgeriyê xwest 7 sal û 6 meh ceza li rojnamevan Bêrîtan Canozer bê birîn

Rojnamevan Bêrîtan Canozer ji ber karê xwe yê rojnamevaniyê li Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ya 4'emîn tê darizandin. Dozgeriyê xwest 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Canozer bê birîn.

3'yemîn rûniştina doza ku der barê Canozer de bi îdîaya "Bi rêya çapemeniyê propagandaya rêxistinê kiriye" li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Parêzerê Canozer, Resûl Temûr beşdarî rûniştinê bû.

Heyeta dadgehê bi yekdengî biryar da ku ew li benda biryara doza Canozer a li Dadgeha Dadî ya Bilind nemînin.

Dozgeriyê bi îdiaya ku Canozer ji hesabê xwe yê medyaya dîjîtal di dîrokên cuda cuda de dîmenên "bangên tundiyê" parve kiriye û di parvekirinên xwe de "propagandaya rêxistinê kiriye" ji salek 6 meh û 7 sal û 6 mehan cezayê girtîgehê xwest.

Parêzer Resûl Temûr ji bo li hember mûtalayê parastina xwe amade bike, ji dadgehê wext xwest.

Heyeta dadgehê daxwaza demê qebûl kir û rûniştin taloqî 17'ê Mijdarê kir.