Ji bo Roboskiyê 34 deqîqeyan bêdeng man!

Ji bo Roboskiyê 34 deqîqeyan bêdeng man!

Înîsiyatîfa ji bo Roboskiyê em li Fatîhê ne, ji bo hikûmeta AKP'ê li hemberî komkujiyê bêdengiya xwe bi dawî bike û ji bo 34 welatiyan çalakiya 34 deqeyan bêdeng mayînê li dar xistin.

Aktîvîstên Înîsiyatîfa ji bo Roboskiyê em li Fatîhê ne, li Parqa Îtfaiyeyê ya Fatîhê ji bo bêdengiya li hemberî Komkujiya Roboskiyê bi dawî bide daxuyaniya çapemeniyê li dar xistin. Di daxuyaniyê de dowîzên "Em rehat ranakevin ya hûn", "Roboskiyê ji bîrneke wijdana xwe nerazîne" û "Îstîmar komkujî nedîtine" vekirin. Li ser navê komê Gokçe Degîrmen daxuyanî xwend û diyar kir ku, li gel 6 meh bi ser komkujiyê re derbas bûn hikûmeta AKP'ê hêj ji bo komkujiyê lêborîn nekiriye û wiha got:

"Berê gotin 'Ev yek komploye. Armanc hikûmetê têkbirin e' Pişt re gotin 'Ev yek şaştî bû. Heke tazmînat be tazmînta! Pere bidin ji xwe dê bêdeng bibin' Wezîrekî jî got, 'Heke nemirban dê ji qaçaxcîtiyê hatiban darizandin'" Degîrmen, anî ziman ku kesên li hemberî komkujiyê bêdeng nemayîn jî hatin cezakirin.

ÇALAKIYA 34 DEQEYAN A BÊDENGÎ

Degîrmen, da zanîn ku ew weke mirovên bi wijdan dixwazin kiryarên komkujiyê bên dîtin û li ber hiqûqê hesab jê bê pirsîn û wiha axivî: "Li gorî me peritandina hikûmetê ji peritandina tu mirovan girîngtir nîn e. Hikûmet bi bêdengiyê xwe diperitîne." Piştî daxuyaniyê ji bo 34 welatiyên jiyana xwe ji dest dan 34 deqeyan çalakiya bêdengiyê pêk hat.