Ji bo PKK ji 'lîsteya terorê' were derxistin li Stockholmê çalakî hate lidarxistin

Li paytexta Swêd Stockholmê, Kurdistanî û dostên wan duh meşiyan û xwestin PKK ji 'lîsteya terorê' were derxistin.

Li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Stockholmê, Kurdistanî û dostên wan saet di 14:00 de li meydana Sodermalmê li hev civiyan.

Beriya destpêkirina meşê, komek ji ciwanên Kurd derket ser pira ku Asansora Katarîna ya tûrîstîk a li taxa Slûssenê digihêjê û aleke mezin a PKK'ê pê ve daliqand. Ciwanên ku ala PKK'ê hildan, heta destpêkirina meşê ev çalakiya xwe dewam kirin.

Tevî pankartên bi nivîsa "Em hemû PKK'yî ne", "Bila qedexeya li ser PKK'ê were rakirin", "Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re aştî", alên PKK û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan. Çalakgeran dirûşmên "PKK gel e gel em in", "Destên xwe yên bi xwîn ji PKK'ê vekişînin", "Bijî PKK", "Terorîst Erdogan", "Bimire faşîzma li Tirkiyeyê" û "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn. Di meşê de ala MLKP'ê jî hat bilindkirin.

Çalakgeran di dema meşê de li ser armanca çalakiya xwe belavok belav kirin û axivîn.

Xwepêşandêrên xwe gihandin Meydana Medborgarplatsenê, li vir govend gerandin. Li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Stockholmê Ayşe Goktepe daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Girtina navê PKK'ê li nava 'lîsteya terorê' li pêşiya çareseriyeke aştiyane asteng e û hêzên barbar ên weke DAIŞ û AKP'ê xurt dike."

Goktepe bibîr xist, ku tevgera azadiyê ya gelê Kurd di têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de xwedî roleke diyarker e û destnîşan kir, ku sûcdarkirina vê tevgerê bi terorîzmê, di heman demê de xeteriyeke mezin e li ser tevahiya herêmê. Goktepe diyar kir, PKK li dijî neteweperestî û olperestiyê ye û ji bo sîstemeke ji civaka pir rengî têdikoşe.

Goktepe daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û got, "Em mafên xwe yên însanî û derxistina PKK'ê ji 'lîsteya terorê' dixwazin."

Çaakî bi qîrîn dirûşma "Şehîd Namirin" qediya.