'Ji bo pêşîgirtina li çalakiyên li girtîgehan, cezayê dîsîplînê zêde kirin'
Endamê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê Mehmet Acettîn destnîşan kir ku cezayên dîsîplînê ji bo şikandina greva birçîbûnê tên bikaranîn.
Endamê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê Mehmet Acettîn destnîşan kir ku cezayên dîsîplînê ji bo şikandina greva birçîbûnê tên bikaranîn.
Li dijî girtiyên ku li hemberî tecrîdê ketine greva birçîbûnê cezayên dîsîplînê zêde dibin. Endamê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê Mehmet Acettîn têkildarî mijarê axivî û diyar kir ku cezayên dîsîplînê ji xwe hene, lê belê ji ber grevên birçîbûnê zêdetir bûne û armanc jî ew e ku pêşî li çalakiyê bigirin.
Ji 27'ê Mijdara 2020'î û vir ve li dijî tecrîdê li girtîgehan pênc rojan carekê bi dorvegerî grevên birçîbûnê tê lidarxistin. Grevênb irçîbûnê 179 roj li pey xwe hişt. Rêveberiyên girtîgehan jî cezayên dîsîplînê li girtiyên ku ketine greva birçîbûnê dibirin. Li gorî serlêdanên li Şaxê Stenbolê yê Komeleya Mafên Mirovan hatiye kirin, rêveberiyên girtîgehên li Herêma Marmarayê bi kiryarên kêfî dixwazin ku dawî li grevên birçîbûnê bîne. Ji Girtîgeha Hejmara 1 a Maltepeyê Gorgun Oktar, ji Girtîgeha Hejmara 5 a Sîlîvriyê Metîn Orman û ji Girtîgeha Bandirmayê Muhîttîn Altûn name şandin, qala kiryarên rêveberiyên girtîgehan kirin û ragihandin ku heta dawî li tecrîda li Îmraliyê neyê anîn ew ê dest ji grevê bernedin.
Ji Komîsyona Girtîgehan Şaxê Stenbolê ya ÎHD'ê Mehmet Acettîn cezayê dîsîplînê yê ku li girtiyên di greva birçîbûnê de ne tên birîn û polîtîkaya li dijî girtiyan ji ajansa me re nirxand. Mehmet Acettîn destnîşan kir ku ku di dîroka girtîgehan de cezayê dîsîplînê timî tê dayin, lê belê ji ber helwesta polîtîk a li hemberî grevên birçîbûnê cezayên dîsîplînê hatine zêdekirin û ev bal kişand ser serlêdanên di vê mijarê de li saziya wan tê kirin. Mehmet Acettîn destnîşan kir ku ÎHD li dijî grevên birçîbûnê û rêbazên bi vî rengî ye, lê di heman demê de li dijî binpêkirina mafên girtiyan e û got, "Dewlet niha li girtîgehan polîtîkaya pêşîrtinê dimeşîne li dijî grevên birçîbûnê. Yekane sedem jî ev e."
'JI BO PÊŞÎGIRTINA LI ÇALAKIYAN, DEMA DAWÎ CEZAYÊN DÎSÎPLÎNÊ ZÊDE KIRIN'
Mehmet Acettîn raighand ku kiryarên kêfî roj bi roj zêde dibin û li hin girtîgehan digihêje asta êşkenceyê. Mehmet Acettî got, "Bi rêya cezayên dîsîplînê dixwazin dawî li grevê bînin. Ji bo pêşîgirtina li van çalakiyan, dema dawî cezayê dîsîplînê zêde kirin. Berê jî cezayên dîsîplînê hebûn; kontrolkirina tund, koxûşên bi serê xwe, cezayên hucreyê hîn jî dewam dikin. Cezayê ragihandinê hatin zêdekirin. Bi Qanûna Înfazê ya Nû re destê Wezareta Edaletê û Saziyên Înfaza Ceza xurt kirin. Berê dema ku kiryarek weke sûc dihate dîtin sê caran dihate kirin hingî cezayê dîsîplînê dihate birîn. Lê niha di hewldana destpêkê de ceza tê birîn."
Mehmet Acettîn her wiha got, "Piştî ku komîsyona çavdêriya li înfazê hate avakirin, ev komîsyon dikare berdana girtiyan asteng bike" û destnîşan kir ku bi rêvebernameya dawî re berdana girtiyan bi hêsanî tê betalkirin.