7’mîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Îzmîrê, ji ber ku endamê MYK’a BDP’ê Nîzametîn Ozturk parastina xwe bi Kurdî kir, bi hinceta ‘Li dijî Zagona Partiyên Siyasî muxalefet kiriye’ salekê cezayê girtîgehê lê birî.
Nîzametîn Ozturk ku ji doza Akademiya Siyasî ya KCK’ê hêjan li Girtîgeha Kiriklarê girtiye, ji dozek din ya di hat darezandin de salek ceza girt. Endamê PM ya BDP’ê Ozturk ku di sala 2009’an de tevlî taziyekê bibû û Kurdî axivî bû, bi hinceta ku ‘ Li dijî Zagona Partiyên Siyasî muxalefet kiriye’ doz lê hatibû vekirin.
Di doza ku roja borî li 7’mîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Îzmîrê hate dîtin, ji Ozturkê ku parastina xwe bi Kurdî kir re serokê dadgehê bi sûcdariya ‘Muxalefeta Zagona Partiyên Siyasî kiriye’ herî kêm 6 mehe, salekê cezayê girtîgehê lê birî.
Oktay Konyar ku di heman dozê de dihate darezandin, beraet bû.