Teologê Hollandayî Henrî Dahlem ku ji bo Ocalan di sala 2010’an de hezar kîlometreyî meşdiya û 5 welatên Ewropayê geriya niha jî tevli çalakiya otobusê ya ‘Ji Ocalan Azadî’ dibe.
Otobusa ‘Ji bo Ocalan Azadî’ ku plan kir ku li 8 welat û 69 bajarên Ewropayê bigre dest bi tura xwe ya Hollandayê kir. Otubusa ku li Swêd, Danîmarka, Almanya geriya niha jî çû Hollandayê û heta niha otobusê li 19 navendan çalakî pêk anî. Her wiha çalakger li her navendê civînên gel pêk tînin û pêşengên kampanyaya îmzeyan a ji bo azadiya Ocalan dane despêkirin. Çalakgeran li Hollandayê bala rayagiştî kişand.
Ji bajarê Arnheîm Teologê 41 salî Henrî Dahlem tevlî tura otobusê bû û gelek Kurdistaniyên li Ewropayê Henrî nas dikin. Dahlem Henrî bi tevlibûna xwe çalakiyên li Ewropayê yên kurdan tê nasîn û di sala 2010’an de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hezar km meşiya û li 5 welatan geriyan.
Dahlem niha jî bû çalakgerekî kampanyaya îmzeyan ya ji bo Ocalan hatiye destpêkirin e. Dahlem ku li bajarê Arnheîm tevlî tura otobusê bû, ragihand ku dê heta dawiyê çalakiyê bidomîne. Dahlem got: “Ez çareseriya pirsgirêka kurd dixwazim. Ji bo pêkanîna vê jî ez Ocalan û PKK’ê di cih de dibînim. PKK ji bilî tecrîdê ji ber zextên dewleta tirk têkoşîna xwe didomîne.”
BO OCALAN HEZAR KM MEŞIYA
Dahlem wiha dibêje: “Kesên xewdî baweriya Protestan û Hollandayî dê li dijî vê bê deng nemîne. Ez wekî kesê Hollandayî dibêjim, divê em li vir bin. Partiya herî Sosyalîst ya Hollandayê jî çawa dikare ji PKK’ê re bêje terorîst. Nûnernê vê partiyê ji bo Rojhilatanavîn û Fîlîstanê dikevin nava hewldanan lê ji bo Ocalan tiştekî nakin. 2 sal berê ez ji bo Ocalan hezar km meşiyam. Li 5 welatan geriyam. Ez her tim din ava aktîvîteyan de me. Ez nûnera Komeleya kurd a Arnheîmin.”
HEM BO KURDAN HEM BO RAYAGIŞTÎ PEYAM
Dahlem wiha pê de çû: “2 Sedemên min a di vê çalakiyê de cih bigirim heye. Ya yekemîn ez ne kurdim lê dixwzim peyamekê bidim kurdan. Ez dixwazim di vê têkoşîna mafdar de ligel wan bim. Ya duyemîn jî ez li hemberî siyaste Hollanda û Ewropayê wekî beretekekê li vir im. Ez teologum û zilma dewleta tirk a li dijî kurdan ji bo baweriyamin heqaret e.
Dahlem, di mîtînga Amsterdamê de jî cih girt û şert û mercên Rêberê Gelê Kud Abdullah Ocalan ji kesên derdorê re vegot û ji gelek kesan îmze berhev kir.