Ji bo Nûçe TV û MMC 2 meh cezayê weşanê

Ji bo Nûçe TV û MMC 2 meh cezayê weşanê

Sekreteriya Medyayê ya Denmarkê ji Doza Roj TV, 2 meh cezayê weşanê da kanalên Nûçe TV, MMC û METV (Mezopotamya TV) yên ku girêdayî Mezopotamia Broadcasting in. Hate diyarkirin ku Desteya Radyo û TV ya Denmarkê bin hincetên “berpirsyariya xwe ya tomarkirin û veşartina bernameyên xwe bi cih neaniye” û “ nehiştine çavdêriya desteyê berpirsyariya xwe bi cih bîne” hatiye birîn. Desteyê ji bo Roj TV’yê jî diyar kir ku tu delîlên ku dibêjin Roj TV tundiyê teşwîq dikin nehatine dîtin.

Desteya Radyo û Televîzyonan a Denmarkê lêkolînên xwe yên der barê saziyên weşanê ya ku di çileya 2012 de li hemberî saziyên girêdayî Mezopotamia Broadcasting dabû destpêkirin bi dawî kir. Desteyê di daxuyaniya îro da de, biryar da ku weşanên kanalên Roj TV, Nûçe TV, MMC û Mezopotamya TV yên girêdayî vê şîrketê ji bo du mehan rawestîne. Hate diyarkirin ku Desteya Radyo û TV ya Denmarkê bin hincetên “berpirsyariya xwe ya tomarkirin û veşartina bernameyên xwe bi cih neaniye” û “ nehiştine çavdêriya desteyê berpirsyariya xwe bi cih bîne” hatiye birîn

Desteyê di daxuyaniya ku da de, ragihand ku wana li ser dîmenên Roj TV lêkolîn kirine, lê belê tu delîlên ku piştrast dikin ku şîdet û sucê nefretê teşwîq dikin nehatine dîtin.

Piştî dadgeha Denmarkî der barê doza Roj TV de biryar da, Desteya Radyo û Televîzyonê ya Denmarkê der barê saziyê weşanê yên girêdayî şîrketê de lêkolîn da destpêkirin. Desteyê kopiya hemû weşanên saziyan ên ji 28’ê cotmeha 2011 û 26’ê çileya 2012 de xwest. Desteyê da zanîn ku şîrketê tenê beşek a kopiya van weşanan dane.

Desteya Radyo û Televîzyonê diyar kir ku şîrketê vê berpirsyartiyaxwe bi cih neaniye, ji ber wê jî cezayê 2 meh rawestandina weşanê li saziyên weşanê yên saziyê hatine birîn.

Bi vî awayî dê weşanên kanalên Nûçe TV, MMC, Roj TV û METV yên girêdayî şîrketa Mesopotamia Broadcasting ji 3’yê cotmeha 2012, saet di 24.00 ve ji bo du mehan bên rawestandin.