Aşkere bû ku madalya dane midûrê Girtîgeha Disiplînê ya leşkerî ya ku Ûgûr Kantar kuştiye. Li ser vê re jî ev xelata ji aliyê Artêşa Tirk ve hat dayîn, di cotmeha 2011 ku Kantar têde jiyana xwe ji dest da daye rêveberê girtîgehê.
Leşkerê bi navê Ûgûr Kantar ê ku li Qibrisa Bakûr leşkeriyê dikir, di 18’ê tîremhê de wî xistin Girtîgeha Disiplînê û piştre jî îşkenceya “Dîsko” lê hat kirin . Gardiyanan li wî xistin û piştre jî destên wî kelemçe kirin û danîn ber tava dijwar a rojê. Kantar di 26’ê tîrmehê de şandin GATA’ya Enqereyê û li wir di 13’ê cotmeha 2011 de jiyana xwe ji dest da.
Piştî bûyerê, Dadgeha Leşkerî ya Gîrneyê doz vekir û di îdîanameyê de midûrê girtîgeha disiplînê Ayhan Şenturk jî weke bersuc cih girt.
Şenturk bi hinceta “peywira xwe ji bo xirabiyê bi kar aniye” tê tawanbarkirin.
Şenturk gava, Kantar hatibû kuştin ew rêveberê Girtîgeha Disiplînê ya ku Kantar têde hat îşkencekirin bû. Aşkere bû ku Artêşa Tirk di wê demê de Madalyaya Xizmetê daye Şeturk. Madalya di cotmeha 2011 de hatiye dayîn û Kantar jî di wê mehê de jiyana xwe ji dest dabû.
Ayhan Şenturk di rûniştina dawî ya Kantar da îdîa kiribû ku ew wê roja îşkence li Kantar hatiye kirin, ne peywirdar bû.
KANTAR BI ÎŞKENCEYÊ HATE KUŞTIN
Li Girtîgeha Dîsîplînê Ûgûr Kantar ê ji ber xwestiye avê vexwe û biçe destavê (WC) ji aliyê gardiyanan ve ta ku şixul biçe hatibû lêdan û îşkencekirin, piştre jî Kantar ê xayîsçûyî destê wî bi pişt ve hatibû girêdan û li ber tavê hatiye rawestandin. Kantar ê li ser hişê xwe çûbû, roja 25’ê Tîrmehê di derdora demjimêr 13:00’an de rakiribû Nexweşxaneya Dewletê ya Nalbantoglû ya Lefkoşayê.
Piştî ku rewşa Kantar ber bi başiyê ve neçû, roja 26’ê Tîrmehê di demjimêr 20:30’yan de veguhestibûn GATA’ya li Enqereyê. Ûgûr Kantar ê ku demeke dirêj di bin yekîneya çavdêrî û venêrîna berfireh de ma, di 12’ê Cotmeha 2011’an de jiyana xwe ji dest da.