Malbata Rêvebera Kurdî-Dera Mêrsînê Dîlan Îvrendî ya ku ji doza KCK’ê hate girtin, bi qewirandina ji malê re rû bi rû ye. Rêveberiya avahiyê diyar kir ku ji ber keça wan hatiye girtin, vê yekê zerar daye têkiliyên cîrantiyê û xwest malbat ji xaniyê derbikeve. Her wiha heqaretên mezin li malbata Kurd kirin.
Malbata Kurd a ji Bedlîsê û li taxa Halkkent a navçeya Toroslara Mêrsînê dijî, piştî ku keça wan ji doza KCK’ê hate girtin, bi zextên nijadperest re rû bi rû ma. Keça malbata Kurd û Rêvebera Kurdî-Dera Mêrsînê Dîlan Îrvendî, di 29’ê îlonê de di encama operasyonên di bin navê KCK’ê de hate girtin.
Piştî vê girtinê, rêveberiya avahiya ku malbata Kurd lê dima Cenk Koçyîgît diyar kir ku keça malbata Kurd Dîlan “endama KCK’ê” û îdîa kir ku vê yekê ziyan daye cîrantiyê û xwest malbat ji avahiyê derbikeve.
Hat diyarkirinku rêveberê avahiyê heqaret li malbata Kurd kir û got; “Kurdên pîs, ji vir bicehimin, em terorîstan li vir naxwazin” û ji bo malbata Kurd ji avahiyê were qewirandin, li avahiyê îmze jî hatine komkirin.
Xwîşka Dîlan Îrvendî, Oznur Îrvendî serî li ÎHD’ya Mêrsînê da û got; “Rêveberê avahiya ku em lê dijîn Cenk Koçyîgît gelek heqaret û dijûn dane malbata me û ji bo em ji avahiyê derbikevin îmze kom kirine.”
“KURDÊN PÎS BICEHINIMIN”
Îrvendî ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku tu pirsgirêkên wan bi cîranên wan re tune bûn û got ku ev du sal in di vê avahiyê de ne û heta niha cîrantiya wan baş derbas dibû.
Îrvendî da zanîn ku rêveberê avahiyê gelek dijûn dane malbata wan û Kurdan û got, “Ji me re got Kurdên pîs, ji vir bicehimin, em terorîstan li vir naxwazin.”
Ji rêveberên ÎHD’ya Mêrsînê Temîn Selmanoglû diyar kir ku ew ê bi mijarê re eleqeder bibin û got ku ev nêzîkatî bi tu awayî nayê qebûlkirin.