Wê êrîşên hevkariya DYE û NATO ya li dijî şerê li ser Kurdan tê kirin û bêdeniya wan a li hemberî vê li Brûkselê bê protestokirin.
Xwepêşandana protestoyî wê roja Şemiyê saet 11:00’an li navnîşana ‘Boulevard du Régent 27’ pêşiya Sefaretxaneya DYE’yê bê kirin.
Çalakî ji aliyêvan rêxistinan ve tê organîzekirin: Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Belçîka (NAV-BEK), Lîga Têkoşîna Navneteweyî ya Gelan (ILPS), Tevgera Şoreşgerî ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH), Kongreya Civaka Kurd a Demokratîk a Ewropayê (KCDK-E), Yekîtiya Parastina Azadî û Heq a Navneteweyî (AIDL), Rêxistina Aştiyê ya Belçîka (VREDE), Yekîtiya Jinên Kurd a Belçîka (YJK-B), EnstîtûyaKurd a Belçîka, Yekîtiya Hêza Demokratîk a Belçîka û RESÎST US-led War Movement (Tevgera li dijî şerê bi pêşengtiya DYE’yê tê pêşxistin berxwe bide)
Daxuyaniyek hevpar hate dayîn û ev hate gotin: “Bêdengiya navneteweyî Erdogan teşfîqî êrîşkarî û milîtarîzmê dike.”
Di dewama daxuyaniyê de têkildarî PKK’ê ev hate gotin: “PKK ji bo li dijî êrîş û pêkanînên dewleta Tirk a polîtîkayên zext û asîmlasyonê ya ji avabûna komarê ve li ser gelê Kurd tê kirin bibe bersivî sala 1978’an hatiye avakirin. Tevgera PKK’ê li dijî konsepta dewleta Tirk a 100 salî ya înkar û îmhayê ji bo gelê Krud bibe xwedî nasname, çand û bibe xwedî statû 40 sal in têkoşînê dike. Ev têkoşîna PKK’ê ji aliyê dadgeha bilind a Belçîkayê ve ‘ne terorîst, aliyeke yê şer e’ hatiye nasîn."
Ji bo çalakiya ku wê li pêşiya Sefaretxaneya DYE’yê bê kirin, bang li hemû rêxistin, milîtan, yên li dijî şer û êrîşkariyê disekinin destekê bidin me.”