Rêveberê SES’ê Yilmaz Bozkur ê ku ji ber daxuyaniya di 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de da çapemeniyê, li rastî 15 meh cezayê girtîgehê hat û ji sêyemîn pakêta darazê sûd wernegirt û hate girtin.
ji ber daxuyaniya di 8’ê Adara 2005 de ji aliyê Serokê Buroya Sendîkaya Kedkaran (BES) Şaxê Mêrsînê Gursel Siginir, Serokê Şaxê Mêrsînê ya Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê (SES) Yilmaz Bozkurt, û serokê berê yê şaxê Egîtîm-Senê Orhan Yildirim hat dayîn de doz li wan hate vekirin û bi 15 meh cezayê girtîgehê hatin cezakirin. Rêveberê SES’ê Yilmaz Bozkurt, dh danê sibê ji mala xwe ji aliyê polîsan ve hate girtin û birin girtîgehê.
“QAŞO MEŞ NE AZADIYA RAMANÊ YE!
Parêzerê Bozkurt, Ozturk Turkdogan ji ANF’ê re axivî û ragihand ku ji bo paşvexistina cezayê Bozkurt wana serî li 5’emîn Dadgeha Ceza ya Esliyeyê dane, lê bi hinceta meş dijberiya qanûnê ye, ev yek weke azadiya ramanê nehat qebûlkirin.
Turkdogan bi bîr xist ku di çarçoveya 3’emîn pakêta darazê de kujer serbest têne berdan, lê belê sendîkavan di girtîgehan de dimînin. Turkdogan ragihand ku ew ê serî li Wezareta Dadê û hemû cihên peywendîdar bidin û paşvenexistina ceza tê wateya suc.