Ji bo Hurmuzê lîstoka enerjiya gerdûnî

Ji bo Hurmuzê lîstoka enerjiya gerdûnî

Yek nûqteyên herî girîng ên dibitiyên destwerdana li hemberî Îranê berterefkirina çavkaniyên enerjiyê yên welat û ya din jî encamên ku girtina Tengava Hurmuz a ku ji sedî 40’ê petrola cîhanê têre derbas dibe, bi xwe re bîne. Ev her du xal dikariyan endustiriya Ewropayê têk bibin û cîhanê ber bi krîza enerjiyê û heta aboriyê ve bibe. Ji bo pêşî li vê yekê bê girtin, Wezareta Derve ya DYA’yê li derdora Tengava Hurmuz lîstokek herî mezin a enerjiya cîhanê amade kir. Armanc jî ew e ku aboriya cîhanê li hemberî hemû senaryoyên cîhanê amade bikin. Jixwe DYA’yê karî Ewropayê jî li hemberî Îranê razî bike.

Me der barê vê mijarê de serî li nêrînên hevkarê RûsEnergy û analîst Mîhaîl Krutîhîn da. Krûtîhîn da zanîn ku tevî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, mezaxtına hundirîn rawestandine û tenê dest bi hilberandina tenê ji bo hinardeyê (îxracat) kirine, ev nearamiya di bihayayan de tenê li Îranê, di aboriya welatên ku mezaxer jî rawestandinek bi xwe re aniye.

OPEC DIBE STRATEJIYA XWE BIGUHERÎNE?

Îran xwediyê 137 milyar varêl rezerveyên petrolê ye û bi tenê dikarî ji sedî 5’ê hilberîna petrola cîhanê û ji sedî 6’ê gaza xwezayî ya cîhanê pêşwazî bike. Para wê ya di Rêxistina Welatên Hinardeya Petrolê dikin (OPEC) de ji sedî 12 ye.

Washington di pêkanînên li hemberî Îranê de bi biryar e û vê yekê hişt ku asta hilberjîna petrola xam a Îranê ji sala 2002 ve dabikeve. Ji bo ev valatî were dagirtin, Erebîstana Siûdî, di van 30 salên dawiyê de bû welatê herî zêde hilberîna petrolê pêk anî. Di meha hezîranê de hilberîna petrolê ji sedî 2 zêde bû û gihişt 10,1 milyonê.

Yek ji çavkaniyên din ên alternatîf ên petrola cîhanê Lîbya ye. Lîbya jî di warê hilberîna petrolê de bi hez û bez mezin bû gihişt asta beriya şoreşê. Her çendî hîna aloziya navxweyî ya li welêt berdewam dike, hilberîna petrolê gihişt ji 1,5 milyonê. Beriya şerê navxweyî hilbertîna petrolê 1,6 milyon dolar bû. Piştî guhertina rêveberiya Lîbyayê, di stratejiya hinardeya hîdrokarbonê de guhertin çêbûn. OPEC’ê biryara sînordarkirina petrolê ya piştî krîzê rakir.

Îranê Venezuella û Ekvadorê jî da aliyê xwe û di civîna wezîrên petrolê yên OPEC a di 14’ê Hezîranê de li Viyanayê pêk hat de, xwest kotaya hilberînê were daxistin (bi vî awayî aloziya di bihayan de dikarî çêbibe). Lê welatên din ên ku Erebîstana Siûdî serkêşiya wê dike li hemberî vê kotaya welatan rabûn. Heta OPEC kotaya hilberîna petrolê ya berê berdewam bike, welatên din jî neçar in ku cihê valahiya Îranê dabigirin. Rêveberiya Riyadê jî jixwe di hezîrana 2011 de bê ku li benda civîna OPEC’ê bimîne, hilberînê zêde kiribû. Ger helwesta Riyad û Trablusa nû berdewam bike, sekna dijî mêtîngeriyê ya ku rêgeza hevkariya stratejîk a saziya OPEC’ê ye dê ziyanê bibîne. Aloziya Îranê ji jî bo OPEC’ê ezmûnek xirab bû.

Di meseleya hilberînê de guhertinek ji DYA’yê hat. Vî welatî hilberînê zêde kir û mezaxtina navxweyî kêm kir, giraniyê da ser hinardeyê. Jixwe di civîna G8 a di meha nîsanê de pêk hat de jî pêşniyara zêdekirina hilberînê kiribû.

Der barê vê mijarê de hevkarê RûsEnergy û analîst Mîhaîl Krutîhîn ê ku me serî li nêrînên wî da wiha dibêje; “Ev pêkanîn bandoreke cidî li bazara cîhanê nekir, çinku li gelek welatan rezerveyên petrolê tune ne. Weke ajansan gotiye, ger hinardeya Îranê raweste û kendav were girtin, tengasiyeke mezin çênabe, lê rezerveyên petrolê dê tenê têra mehekê bikin. Ev biryar û pêkanînên wiha tenê ji bo çend rojan dibe, ev yek jî ji bo hin hinardeyên din bikevin derwê û dixwazin ji bo vê yekê dem qezenç bikin. An ne ne çavkaniyên gerdûnî ne.”

Ne tenê Erebîstana Siûdî û Lîbyayê hilberîna petrolê zêde kirin, DYA’yê jî heman rêyê şopand û hilberîna wê ya petrolê gihişt 6 milyon varêlan. Ev yek jî di van 14 salên dawiyê de asta herî bilind nîşan dide.

LÛLEYÊN XETÊN ALTERNATÎF TÊN ÇÊKIRIN

Ji ber vê jî Tehranê pêşnûmeya girtina Tengava Hurmuzê di Meclîsê de dabû erêkirin jî. DYA’yê jî ragihandibû ku ger tengav were girtin dê şer dest pê bike û gef li Tehranê xwaribû. Lê dîsa jî ji bo DYA’yê ya girîng ew bû xetên nû yên lûleyên petrolê çêbike û rola Tengava Hurmuzê kêm bike.

Ji bo pêşîlêgirtina vê yekê, lez dan xebatên danîna xetên lûleyên nû yên li Erebîstan Siûdî û Mîrîtiyên Ereban. Mîrîtiyên Ereban di 15’ê Tîrmehê de li qadên petrolê yên li roajvayê welêt, xeta ber bi rojhilat ve vekir ya li perava Fuceyrayê ya 370 km vekir. Nunerên şîrketên mezin ên rojava Exxon Mobil, Shell û Totalê jî beşdar bûn.

Erebîstana Siûdî jî li aliyê din dest bi xebata xetek din a alternatîf a li nîvgirava Ereban kiribû. Riyadê xeta gaza xwezayî ya li nêzî Kendava Basra û heta digihe Yanbuya li nêzî Deryaya Sor, veguherand xeta petrolê. Ji bilî vê xetê, xetek din a petrolê ya ku 3 milyon varêl petrolê dihinêre (îxrac dike) heye. Xetên petrolê yên van her du welatan digihe 6,5 milyon varêlan û ev yek jî digihe asta ji çavkaniya ji sedî 40 a di Tengava Hurmuzê re derbas dibe.

Du xetên lûleya yêdek yên Erebîstana Siudî ku beriya niha hatibûn rawestandin biryar hate girtin ku careke din vekin.

Ev hemû xetên alternatîf her wiha li hember şerekî pir mezin ji bo berdewama herikîna enerjiyê ya kendavê hatin pêkanîn. Ger ev hemû bikevin dewrê dê bikarin rê li pêşiya girtina tengavê (ji bo êdî nebe weke tehdîdekê) bigirin. Hinek analîstên polîtîkayê dibêjin, ger heya niha şerek çênebûbe sedemê wê ev tengav e, her wiha ev sererast kirin dê mudaxeleyê nêz bikin.

NEKARÎN PÊŞIYA BÊ ÎSTÎQRARIYA FIYATÊ BIGIRIN

Lingek din yê girîng yê leyîstokê jî berdewama kontrola li ser îstîqrara bihan e. RusEnergy li ser vê mijarê wiha dibêje: “Serhildanên Ereban hilberîna Petrolê xist lê belê piştî şer careke din bi lez rabû, dîsan gihişt asta xwe ya beriya şer.

Sedemê bê îstîqrariya di bihayan de bêahengbûna aborî ya welatên mezêxer e. Niha mezêxeriya enerjiyê kêm dike. Di nava van de Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di rêza yekem de ye. Ev welat hema bêje tenê ji bo hinardeyê dihilberîne. Sedemê vê jî sekinîna aboriya welatên mezêxer ango yên enerjiyê îthal dikin e.”

Lê belê kontrolkirina biha ew qas hêsanî nîne. Piştî pêkanînan sererastkirina hilberînan ya welatên Erebîstana Siudî û Lîbyayê nekarîn îstîqrara bihayê bi aheng bikin. Ji vê herî zêde welatên Ewropa ku aliyekê di krîza qeran de dixeniqin û îthala petrolê dikin bandor dibin. Ji ber ku petrol ku li Erebîstana Siûdî tê hilberîn ji petrola li Îranê tê îthalkirin bêhtir bi biha ye. Mînak bihayê varêlê petrolê yê Îranê 106,1 dola re, yê Erebîstana Siudî 107,5 dolar e. Ewropa ji Îranê 35,5 milyon ton petrol digire yanî ev herêm 365 milyon dolar windahiyê heye. Bêahengiya ku li vê derê derdikeve holê bi Fona Pere ya Navneteweyî (IMF) hewil didin ahenga wê çêbikin. Mînak biha ji sala par heya niha derdorê %15 bilind bûye (Heta li Tirkiyeyê Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî û Enerjiyê li Semsûrê di 14’ê Tebaxê de daxuyaniyek dabû û gotibû, ji meha hezîranê û vir ve bihayê petrola xam ji sedê 25 zêde bûye). Ger ev hemû bi sedemên weke kêmbûna çavkaniyên ji DYA’yê girêbidin jî, di bingeh de çavkaniya xwe ji pêkanînên li ser Îran û rîskên Tengava Hurmuz digirin. Ger Tengava Hurmuz hemû bê girtin tê texmînkirin ku petrol dê bigihe 120 dolarî. Heta hinek dibêjin dê hêj bilindtir bibe. Nirxandinvanên aboriyê dibêjin ger di bihayê petrolê de di astek wisan de bilindbûnek çêbibe, dê leza mezinbûna aboriya cîhanê ji %0,5 hêdîbûnek çêbibe.

Ji bo bihayê petrolê sabît bigirin, ne tenê hilberîna petrolê zêde dikin di heman demê de serî li rêbazên cûda jî didin. Mînak daxuyaniyên manipulative yên weke daîreya enformasyona enerjiyê ya DYA’yê asta pêwîstiyên cîhanê daxistiye dibe sedema ketina bihayan. Li gorî pisporan ev daxuyanî, bi peymanekî zanabûn di navbera hinek welatên kendavê û DYA’yê de têne kirin.

Ji bo Îranê bê bandor bikin, welatê ku ji sererastkirinên global ku ketine sektora enerjiyê feyde kirî tenê Rûsya ye. Mînak bihayê marka Urals ya petrola Rûsyayê, di 11’ê Tîrmehê de cara yekem bihayê marka Brent ya petrol Derya Bakûr derbaz kir. Bihayê petrol Rûsyayê sala borî jî bilind bibû û ev ji aliyê welatên Ewropayê ve weke bertekekî li dijî embûrgaya li ser petrola Îranê hatibû şîrovekirin. lê belê ji xwe Rûsya di mijara pêkanînan de bi welatên rojava re li hev hatibû.

Dema ku ev tên nîqaşkirin, pêwîste neyê jibîrkirin ku Çîn ji van pêkanînan hatibû dûrxistin. Çîn jî di demek yê şer de dema ku pêwîstiyên xwe ji welatên hilberînkar pêşwazî kir, wê demê dê çi çêbe tam nayê zanîn.