Ji bo hevdîtinê bi Ocalan re bikin serlêdan kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bîne, serî li Serdozgeriya Komarê Ya Bûrsayê dan.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bîne, serî li Serdozgeriya Komarê Ya Bûrsayê dan.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 22 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê girtî ye, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Ji parêzerên Ocalan Parêzer Mazlûm Dînç, Îbrahîm Bîlmez, Nevroz Ûysal û Serbay Koklu bi armanca biçin Îmraliyê û bi muvekkîlên xwe re hevdîtin bikin dîsa serî li dozgeriyê dan.
Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê, bi hinceta Ocalan di sala 2009'an de parastina bi navê "Nexşerê" ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) re şandibû, di 23'ê Îlona 2020'an de 6 meh cezayê qedexeya parêzeran li Ocalan birîbû. Li gel cezayê qedexeya parêzeran di 23'ê Adarê de bi dawî bû jî dîsa parêzer nikarin biçin Îmraliyê.
Ji parêzerên Ocalan Rêzan Sarica û Newroz Uysal, piştî 8 salan di navbera 2-22'ê Gulan, 12-18'ê Heziran û 7'ê Tebaxa 2019'an de çûbûn Îmraliyê.