Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi miwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin serî li dozgeriyê da.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mazlum Dînç, Suna Bîlgîn, Mahmut Taşçi û Reza Sarica ji bo bi mûwekkîlê xwe re hevdîtinê pêk bîne serî li dozgeriya komarê ya Bursayê da. Heke rêveberiya girtîgeha Îmraliyê bersiveke erênî bide parêzer sibê dê bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînin. Parêzeran sêşema borî jî ji bo hevdîtinê serî lê dabûn lê bi hinceta ba û bahoz heye hevdîtin hatibû astengkirin.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011'an ango 331 roj in nikare bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne. Hemû serlêdanên parêzeran bi hincetên wekî; "keştî xirabe ye", "ba û bahoz heye" herî dawiyê jî bi hinceta "keştî tê temîrkirin" hat astengkirin.