Ji bo hevdîtina bi Ocalan re astengiya 'ewraqê'

Ji bo hevdîtina bi Ocalan re astengiya 'ewraqê'

Rêvebiriya Girtîgeha Îmraliyê bersiv da serlêdana parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan a ji bo hevdîtinê û gotin ji keştî ji tamîrê vegeriyaye, lê ji ber ku hin ewraqên ku divê bidin serokatiya lîmanê kêm e û ji ber vê yekê keştî nikare tev bigere. Rêvebiriya girtîgehê bi van hincetan daxwaza parêzeran red kir.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan Mazlûm Dînç, Sûna Bîlgîn, Huseyîn Bogatekîn û Rezan Sarica ji bo bi miwekîlên xwe sibê hevdîtin pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn. Rêvebiriya Girtîgeha Îmraliyê bersiv da serlêdana parêzeran û angaşt kir ku "Keştî ji tamîrê vegeriyaye, lê ji ber ku hin ewraqên ji bo keştî bistînin divê bidin serokatiya lîmanê kêm in. Ji bo vê jî keştî niha nikare tev bigere." Rêvebiriya girtîgehê bi vê hincetê serlêdana parêzeran red kir.

Serlêdanên parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan ku ji bo bi miwekîlên xwe hevdîtin pêk bînin ji aliyê rayedaran her tim bi hincetên "Keştî xerabe ye", "Rewşa hewayê ne baş e" û "Keştî di tamîrê de ye" ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û pê ve tê red kirin. Di 2 serlêdanên dawî de rayedaran ji şûna ku helwestên xwe biguherînin hinceta xwe guhertin û bi hinceta "Keştî ji tamîrê vegeriyaye, lê ji ber ku hin ewraqên ji bo keştî bistînin divê bidin serokatiya lîmanê, kêm in. Ji bo vê jî keştî niha nikare tev bigere" serlêdanên parêzeran red dike.