Konseya Kurdan li Swêdê ya ji bi dehan komeleyan pêk tê, girtin û binçavkirinên li hemberî siyasetmedar û şaredarên Kurd ên li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê protesto kir. Kurdan bang li Wezîrê Derve yê Swêdê Carl Bildt û rayedarên YE’yê kir ku ji bo rawestandina girtinan û tevî Ocalan ji bo serbestberdana 9 hezar girtiyên siyasî dest bi hewldanan bikin.
Konsey di daxuyaniya xwe de balê dikişîne ser cezayên li Parlementera Amedê Leyla Zana û Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera Wanê Aysel Tûglûk hatine birîn. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji ber ku parlementer, şaredar û siyasetmedarên Kurd mafên çandî û ziman ên gelê Kurd parastine hatine girtin.
Konseyê bal kişand ku tevî parlementer, şaredar, parêzer, rojnamevan, bi hezaran siyasetmedarên Kurd di bin zextên giran ên girtîgehan de tên ragirtin û destûr nayê dayîn ku xwe bi zimanê xwe yê Kurdî biparêzin. Konseyê bal kişand ser tecrîda ji 21’ê tîrmeha 2011 ve ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam dike û Îmrali weke Guantanamoya duwemîn hat binavkirin.