Ji bo gerîlayê HPG'ê Serdar Sumbul sersaxî hate danîn

Ji bo gerîlayê HPG'ê Serdar Sumbul ku li Metînayê şehîd bû, li Esenyûrt a Stenbolê sersaxî htae danîn.

Ji bo gerîlayê HPG'ê Serdar Sumbul (Rezan Dersim) ku 10'ê Kanûna 2022'an li herêma Metîna ya Herêmên Parastinê yên Medyayê di şer de şehîd bû, li navçeya Esenyûrt a Stenbolê serdanên sersaxiyê têne qebûlkirin.

Rêveberên Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirinê ya Anatoliyê (ANYAKAY-DER), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAD-DER) û gelek kesan serdana malbata Sumbul kirin û sersaxî jê re xwestin.