Ji bo gerîlayê HPG’ê Dilşad Gever li Mexmûrê şîn hate danîn
Li Kampa Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê ji bo gerîlayê HPG’ê Dilşad Gever kon hate danîn.
Li Kampa Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê ji bo gerîlayê HPG’ê Dilşad Gever kon hate danîn.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê ji bo gerîlayê HPG’ê Dilşad Gever konê sersaxiyê hat vedan. Konê sersaxiyê ji aliyê sazî û gelê wargehê ve hat ziyaretkirin. Bi kombûna gel a li ber konê sersaxiyê di kesayeta Şehîd Dilşad Gever de ji bo tevahî şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê deqîqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê Endama Kordînasyona Meclîsa Îştar Pakîstan Bîlen axivî.
Pakîstan Bîlen di destpêka axaftina xwe de di kesayeta şehîd Dilşad Gever de tevahî şehîdên şoreşa Kurdistanê bi bîr anî û got: “Em ji bo azadiya gelê Kurd şehîd didin. Ji bo wê jî dema mijar dibe şehîd mirov çiqas bibêje gotin jê re kêm dimîne, em nikarin ked û xebatên ku wan dane bi çend gotinan bînin ziman. Bi saya van şehîdan dijmin nikarin bigihijin xeyalên xwe. Li ser vî bingehî em dibûre dibêjin bila serê Serokatî, rêhevalên wî, malbata hêja û tevahî gelê Kurdê azadîxwaz sax be.”
Her wiha li ser navê malbatê jî mamê şehîd Dilşad Gever, Ziya Geverî axivî û destpêkê xêrhatina gelê amade kir û wiha axivî: “Serê Rêber Apo sax be, serê gelê Kurd û hevrêyên wî yên di çeperan de li ber xwe didin sax be, şehîd Namirin.”
Piştî axaftinan merasîma bîranînê bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.