Ji bo fîşeka hewayî 13 sal û 9 meh ceza!

Ji bo fîşeka hewayî 13 sal û 9 meh ceza!

Li Edeneyê li kesê ku di çalakiya protestokirina betalkirina parlementeriya Hatîp Dîcle de fîşeka hewayî teqandiye 13 sal û 9 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn.

Di 26'ê hezîrana 2011'an de li duriyana Karasu ya taxa Daglioglu ya Seyhana Edeneyê çalakî li dijî betalkirina parlementeriya Hatîp Dîcle pêk hat. Ji ber ku di çalakiya polîsan mudaxaleyî girsê kiribû de çiwanan bi kevir û fîşekên hewayî bersiv daye der barê welatiyê bi navê Ahmet Bayna de doz hate vekirin.

Doza li Ahmet Bayna hat vekirin, îro li 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê pêk hat. Dadgehê bi îdîaya "Endamê Rêxistinê ye", "Li dijî polisan muxalefet bikar anîye" 13 sal û 9 meh cezayê girtîgehê birî. Dadgehê di heman demê de hezar û 380 TL cezayê pereyan birî.

Piştî bidawîbûna rûniştina dozê Bayna hat girtin û ew şandin girtîgehê.