Ji bo Efrîkaya Başûr hewla 'pêşnûmeya Kurd'

Ji bo Efrîkaya Başûr hewla 'pêşnûmeya Kurd'

Şandeya BDP’ê ya ku ji bo beşdarbûna 24’emîn Kongreya Enternasyonala Sosyalîst, a ku li Efrîkaya Başûr tê lidarxistin, bibe li Efrîkaya Başûr e, ji bo Kongreya Neteweyî ya Efrîkaya Başûr (ANC) pêşnûmeya der barê Kurdan de erê bike, dest bi hewldana kir. Ji bo vê hewldanê, ji endamên xwedî bandor, rayedarên welat û saziyên olî piştgirî hat. Her wiha, BDP’ê dixwaze bibe endama tam a Enternasyonala Sosyalîst.

Ev cara yekem e ku Kogreya Enternasyonala Sosyanlîst (ES) li Efrîkaya Başûrê tê lidarxistin. Kongreya ku ANC malovaniya wê dike di navbera 30’ Tebax û 1’ê Îlonê de tê lidarxistin. Ev kongreya ES her sal bi beşdariya hemû endaman, serokwezîrên welatan, rêberên welatan û endamên partiyan pê tê.

Di kongreya bi dirûşima “Enternasyonalek nû û çanda piştevaniyê” tê lidarxistin, li ser esasê çar rojevên sereke pêk tê: 1 – Kar, mezinbûn û ewlekariya civakî û aborî: li hemberî krîza aborî bersiva sosyal-demokratîk. 2-Têkoşîna ji bo maf û azadiyan: bihêzkirina nunertiya demokrasiyê û qezeçkirina demokrasiyên nû, 3-Ji bo aşitî, aramî û hevkariyê şopandina heman rêyê: Pêwîstiya ewlekariya piraliyan. 4- Di navbera gelan û navneteweyî de enternasyonalîzmek nû û çandek nû ya piştevahiyê.

Serokê CHP’ya ku encama ES’yê ye Kemal Kiliçdaroglû jî beşdarî kongreyê bû. Şandeya BDP’ê ya ji Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak, parlementerên BDP’ê yê Wanê û Berpirs Têkiliyên Derve yên BDP’ê Nazmî Gur, Nunerê BDP’ê Eyûb Dorû û du nunerên Efrîkaya Başûr jî beşdarî kongreyê bûn. Statuuya BDP’ê di asta piştevaniyê de û ji ber wê xwedî mafê axaftinê ye.

BDP ENDAMTIYA TAM DIXWAZE

Eyûp Dorû der barê serdanên xwe yên Efrîkaya Başûr û daxwazên xwe yên ji ES’ê de agahî da û diyar kir ku statuya wan a di ES’yê de bilind bûye. Dorû diyar kir ku ew dixwazin di demek zû de bibin “endama tam” û da zanîn ku beriya vê statuyê, statuya “çavdêriyê” heye. Dorû got; “Em vê yekê qebûl nakin” û da diyarkirin ku ew ji bo endamtiya tam hewl didin. Dorû da zanîn ku ANC û Partiya Sosyalîst a Ewropayê (PSE) ji bo endamtiya tam piştgiriyê didin BDP’ê.

Tê payîn ku şandeya BDP’ê, di ES’yê de gelek hevdîtinan pêk bîne. Hate zanîn ku dê Hevseroka Giştî Gultan Kişanak di 31’ê Tebaxê roja înê de axaftinek bike. Ji bo sekretertiya giştî ya Enternasyonala Sosyalîst du kes di pêşbaziyê de ne. Sekreterê niha yê ES’yê Luis Ayala û rêbera berê ya Partiya Sosyal-Demokrat a Swêdê Mona Sahlin. Hate zanîn ku BDP dê piştgirî bide namzeda Swêdî.

TUTU JI BO KURDISTANÊ DUA KIR

Doru di derbarê hevdîtinên li Efrîkaya got, ew ê bi xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê Sermetranê Afrîka Başûr Destmond Tutu, Serokê Têkiliyên Derve yê Parlementoya ANC’ê, Serokê Yeketiya Dêrên Efrîkaya Başûr û hemû serokên olî re hatin cem hev.

Doru aşkera kir ku, hevdîtina bi Destmond Tutu re pir dostane derbaz bû û got; “Tutu got, tişta ku ew bikare bike ew ji bo hemû tiştê amade ye. Beriya civînê ji bo doza Kurdistanê dua kirin. Gelek dostane derbaz bû, germ nêzî hemû pêşniyarê me bû.”

DI ANC’Ê DE PÊŞNÛMEYA BIRYARÊ

Doru da diyarkirin ku, ji bo ANC derbarê Kurdan de pêşname biryarekê erê bike ketine nava hewildanan û da zanîn ku, di mijara pesendkirina pêşnûmeya biryarekî wisan de ew ê gelek keyfxweş bibin. Doru got; “Li parzemîna Efrîkayê pêşnûmeyekî wisan dê bi giştî piştgiriyekî siyasî bide tekoşîna me.”

JI OLDARÊN EFRÎKAYÊ TAM PIŞTGIRÎ

Doru anî ziman ku di hevdîtinên bi serokên olî û Serokê Dêrên Efrîkayê de tam piştgirî standine û da zanîn ku, “Hikumeta Efrîkaya Başûr û gelê wê di derbarê hîn baştir li hemberî pirsgirêka Kurd bihîstiyar bibin pir zelal axivîn. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd piştgiriya xwe anîn ziman.”