Ji bo du şehîdan li Amedê çalakiya bîranîn
Ji bo gerîla Sadûn Tûtmaz ê li Zapê şehîd bû û Seyfettîn Tûtmaz ê ji Garzanê şehîd bû, malbatên wan li Amedê çalakiyên bîranînê lidar xistin.
Ji bo gerîla Sadûn Tûtmaz ê li Zapê şehîd bû û Seyfettîn Tûtmaz ê ji Garzanê şehîd bû, malbatên wan li Amedê çalakiyên bîranînê lidar xistin.
Ji bo Sadun Tutmaz (Rûgeş Zinar) ê gerîlaYê HPG'ê ku di 25’ê Mijdara 2024’an de li herêma Zapê û Seyfettîn Tutmaz (Sîpan) ê gerîlayê PKK'ê ku di sala 1995’an de jiyana xwe ji dest dabûn, li hêwaneke li navçeya Rezan a Amedê merasîma bibîranînê hat lidarxistin. Tevî nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî gelek welatî beşdarî merasîmê bûn. Girseya ku beşdarî merasîmê bû, sîrûda “Çerxa şoreşê” gotin. Piştî sirûdê bi boneya salveger damezirandina PKK’ê sînevîzyonek hat nîşandan. Piştî sînevîzyonê dirûşmên “Şehîd namirin” hat berzkirin.
Dayika Sadun Tutmaz Sultan Tutmazê got: “Heta mirinê ez ê dev ji doza wan berendim.” Bavê Rûgeş Zinar, Mahmut Tutmaz ji bo birayê xwe Seyfettîn Tutmaz û lawê xwe helbest xwend. Tutmaz, piştî xwendina helbestê, bi dirûşma “Şehîd namirin” ve axaftina xwe bidawî kir.
Piştî xwarinê, merasîm bi dawî bû.