Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serî li dozgeriyê hate dayin
Parêzer, malbat û wasiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Parêzer, malbat û wasiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Yek ji serlêdanan ji aliyê parêzeran ve hate kirin. Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Faîk Ozgur Erol, Raziye Ozturk, Rezan Sarica û Cengîz Yureklî, ji bo karibin roja Duşemê hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Serlêdanek bi heman armancê ji aliyê birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, her wiha ji girtiyên din ên li Îmrlaiyê birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn ve hate kirin.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan herî dawî 25'ê Adarê bi rêya telefonê bi birayê xwe re axivî bû, lê ev axaftin jî nîvco mabû.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica û Nevroz Ûysal jî piştî 8 salan di 2 û 22'ê Gulanê, 12 û 18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxa 2019'an karîbûn muwekîlê xwe bibînin. Ji wê rojê ve serlêdanên tên kirin bê bersiv tên hiştin.