Xwendekarên Zanîngehê Ferhat Tuzer û Berna Yilmaz ku di civîna vekirina Romanan a Serokwezîr Erdogan de pankarta "Em perwerdehiya bê pere dixwazin" vekirin rastî 8 sal û 5 meh cezayê girtgehê hatin. Utku Aykar jî 2 sal û 2 meh cezayê girtîgehê girt.
10'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê li xwendekarên bi navê Berna Yilmaz û Ferhat Tuzer ku di civîna Romanan a Serokwezîr Tayyîp Erdogan de pankart vekirin 8 sal û 5 meh cezayê girgîhê birî. Li Utku Ayar jî bi idiaya "Alîkariya rêxistinê kir" 2 sal û 2 meh cezayê girgehê birî. Di civînê de xwendekaran pankrata "Em perwerdehiya bêpere dixwazin" vekirin û pişt re bi îdîaya "Endamên rêxistinê ne" hatin girtin û 19 mehan di girtîgehê de man pişt re tahliye bûn. Di rûnştina li 10'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê pêk hate de Berna Yilmaz, Ferhat Tuzer û Utku Aykar tevlî nebûn û parêzerên wan tevlî bûn.
'MAFÊ DARIZANDINA ADÎL BINPÊ KIRIN'
Parêzer Taylan Tanay di parastina xwe de wiha got: "Ev darizandin di serî de mafê adîl ê darizandinê binpê dike. Dozgerê di mutalayê de daxwaza 'beratê' kir bi biryarnameyekê xwe li Buyukçekmeceyê dît. Mafên wî yên taybet jê hatin giritn. Em nizanin dadgehên taybet dê pêşeroja wan çawa be. Ez bêjim dê rabikin. Serokwezîr got 'Ev dadgeh vegeriyan cenawirê' Rastî piştî bi ser MÎT'ê de çû wisa got."
BI GIŞTÎ 19 SAL
Piştî parastinina heyat dadgehê biryar da. Heyeta dadegehê ji Ferhat Tuzer û Berna Yilmaz re bi îdîaya "Endamên rêxistinê ne" 6 sal û 3 meh, bi îdîaya "Propagandeya rêxistinê kirin" 2 sal, 2 meh û 20 roj cezayê girtîgehê da. Utku Aykar ê ku bi îdîaya "Endamê rêxistinê ye" dihate darizandin berat bû bi îdîaya "Propagandeya rêxistinê kir" 2 sal û 2 meh û 20 roj cezayê girtîgehê da.
DOZGER GUHERÎ BIRYAR GUHERÎ
Di rûniştina ewil de Dozger Kasim Îlîmoglu yê ku şandin Buyukçekmeceyê got, "Di nav sînorên makezagonê de nêrînên xwe aşkera kirin" û daxwaza beratê kir û wisa mutala dabû. Lê piştî Îlîmoglu cihê peywira wî guherî Dozger Adem Ozcan mutale guherî û got "Ev besûc endamên rêxistinên e" û daxwaza 15 salan cezayê girtîgehê kir.