Ji bo çûna Îmraliyê parêzeran serlêdan kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina bi muwekîlên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina bi muwekîlên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ji bo hevdîtina bi muwekîlên xwe serlêdan kirin.
Serlêdana hevdîtinê ji aliyê parêzer Raziye Ozturk, Rêzan Sarica, Faîk Ozgur Erol û Cengîz Yureklî hate kirin. Parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 1999’an de dema ku bi komployeke navneteweyî hate dîlgirtin li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Zêde ya Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de ye.
Hevdîtina herî dawîn a bi Abdullah Ocalan di 25’ê Adarê de bû. Vê hevdîtina bi telefonê ya bi birayê wî di nîvî de qut bûbû.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştî 8 salan di 2-22’ê Gulanê de, di 12-18’ê Hezîranê û di 7’ê Tebaxa 2019’an de bi muwekîlên xwe rûniştibûn. Ji 7’ê Tebaxa 2019’an û vir ve bersiva tu serlêdanan nayê dayîn.