Ji bo bîranîna şehîd Mehmet Akar çalakî hatin kirin
Bazên Metrepolê ji bo bîranîna Mehmet Akar ê ku li Amedê şehîd ket, çend çalakî kir.
Bazên Metrepolê ji bo bîranîna Mehmet Akar ê ku li Amedê şehîd ket, çend çalakî kir.
Bazên Metrepolê ji bo bîranîna Mehmet Akar ê ku li Amedê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî kiribû û şehîd ketibû, çend çalakî kir.
Bazên Metrepolê derbarê çalakiyan ev daxuyanî da:
“Kesê bi navê Abdullah Koçan ê ku bi dijmin re di nava hevkariyê de bû û beriya niha hatibû tesbîtkirin, li taxa Medyayê ya Amedê dema bi wesayîta xwe di rê de bû, bi molotofan li wesayîtê hate xistin.
Mehmet Akar (25) li Birca Keçikê ya Amedê agir berda bedena xwe û li dijî tecrîda li ser Rêber Apo çalakiyek li dar xist. Di nameya xwe de gotibû ‘Bila ronahiya agirê ku bedena min dişewitîne, Îmraliyê ronî bike.
Di heman demê de hêzên me li Taxa Azîziye ya Seyrantepeya Amedê demaku wesayîta zirxî ji bo zextê li gelê me bike, heta taxê, hêzên me li wesayîta zirxî dan. Dagirkeran xwe vekişandin û banga takviyeyê kirin û dora taxê girtin. Di vê çalakiyê de polîsên Tirk ên faşîst derbeke giran xwarine. Hêzên me bi selametî ji qadê derketine.
Polîs û cerdevanên dewleta faşîst, artêşa wê, cerdevan, hemû saziyên sîstemê yên girêdayî sîstemê, ku bi tirs û zilmê hewl didin gelê Kurd bitirsînin, faşîstên sivîl ên ku xwe dispêrin vê dewletê, kesên li dijî gel sûc dikin wê berdela vî tiştî bi giranî bidin.”