Ji bo azadiya rojnamevanan 'rojên şahidiyê' destpê dike

Ji bo azadiya rojnamevanan 'rojên şahidiyê' destpê dike

Ji bo rojnamevanên girtî serbest bê berdan rêzeçalakî tên lidar xistin. Di çarçoveya kampanyaya 'rojên şahidiyê' de her roj malbatên 5 rojnamevanan, hevalên wan yên xebatê û parêzerên wan dê şahidiya ku tenê ji ber rojnamevanî kirine hatine girtin bikin.

Platforma Azadiya Rojnamevanan ku ji 94 saziyên cûda pêk tê di çarçoveya kampanyaya "Ji bo rojnamevanan azadî" de dê rêzeçalakiyên 'rojên şahidiyê' lidar bixin. Di çarçoveya rêzeçalakiyan de ji 5'ê Hezîranê û pê ve her roj li ber edliyeya Çaglayana Stenbolê ji bo balê bikişînin ser rojnamevaniya rojnamevanên girtî dê ji bo 5 rojnamevanan çalakî bê lidar xistin.

Di çalakiya ku bi dirûşmeya; "Em şahidên bê edaletiyê ne", "Ji bo rojnamevanên li girtîgehan azadî" dê bê lidar xistin de hevalên rojnamevanên girtî, malbat û parêzerên wan dê bibêjin em şahidên rojnamevaniya wanin. Di çalakiyên ku her roj demjimêrekê dê berdewam bike de ew dê belgeyên ku ji ber rojnamevaniyê hatine girtin aşkera bikin.

Her wiha ew dê balê bikişînin ser îdîanameyên derheqê rojnamevanan de hatiye amadekirin û dawiya hefteyê û rojên rûniştinên rojnamevanan dê bê lidar xistin. Çalakvan di heman demê de ew dê tevlî rûniştinan bibin. Ji bo çalakiya ku bi armanca balkişandina li ser 100 rojnamevanên girtî tê lidar xistin, filmên danasîna çalakiyê jî dê bên pêşandan.

Di çalakiyên ku ji bo hesasiyeta li hemberî rojnamevanên girtî ji nû ve bê zindî kirin tê lidar xistin de daxwaza yekemîn dê serbestberdana rojnamevanên girtî be. Dîsa ji bo di vê mijarê de parlemento bikeve nava tevgerê û dadgehên bi rayeyên taybet bê rakirin dê daxwaz bên ziman.