Ji bo azadiya Ocalan nobeta bênavber dest pê kir

Ji bo azadiya Ocalan nobeta bênavber dest pê kir

Bi daxwaza ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re Azadî li bajarê Strasbourgê ya Fransayê li ber Konseya Ewropayê çalakiya noberdariyê dest pê kir.

Bi pêşengiya Întsiyatîfa Ji bo Ocalan Azadî û Meşvanên Cenenvre-Strasbourgê nobedariya bê navber îro bi daxuyaniyeke çapemeniyê dest pê kir.

Daxuyanî serê sibê saet di 11.00’an de pêk hat. Serokê KNK’ê Tahîr Kemalîzade, Serokê Kongra-Gel Remzî Kartal, Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar û gelek hunermendên Kurd tevli bûn.

Ji endamên însiyatîfê Ahmet Çelîk axivî û da zanîn ku ev nêzî salekî ye hemû têkiliya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi cîhanê re hatiye qutkirin û got ku ev li dijî bê dengiya saziyan vê çalakiyê pêk tînin. Çelîk da zanînku heta ku Ocalan Azad nebe dê çalakiya xwe bidomînin.

Tahîr Kemalzade jî da zanîn ku heta Ocalan azad nebe û aştî pêk neyê dê paşve gavê navêjin. Ji Meclisa Parlamenterê Konseya Ewropayê enadamê partiya Çep Andey Hunkoû parlamenterê partiya çep ya Danîrmarkayê Nîcolay Wîllîmson ji bo piştevahiyê di çalakiyê de amade bûn.

Di bo nobedariya çalakiyê her roj saet di navbera 10.30-16.30’an de li ber Konseya Ewropayê dê bên cem hev. Her hefte dê bi 5 koman re çalakî bidome. Çalkaiya kul i Strasburgê bi 5 kesan dest pêkir, di hefteya pêş de li Swîsreyê dê komek dewr bigire.

Çalakî ji aliyê Întsiyatîfa Ji bo Ocalan Azadî û Meşvanên Cenenvre-Strasbourgê tê organîze kirin. Bi daxwaza ji Ocalan re azadî, ji gelê kurd re statuya siyasî di navbera 1-18 sibatê de di navbera Cenevre û Strasbourgê de ligel hewaya sar bi sedan kesî dest bi meşa dirêj kiribû. Meşa ku bi kîlometreyan didomiya piştî vê li Strasbourgê 15 kurdan di 1’ê adarê de dest bi greva birçîbûnê ya dorneveger û bê dem kiribû. Grev 52 rojan berdewam kiribû. Bi hezaran kesî jî bi grevên dorveger piştgirî dabû çalakiyê.