Platfroma Azadiya Ocalan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kampanyaya îmzyan da destpêkirin.
Platforma Azadiya Ocalan li ser navnîşana “http://imza.la/ocalan-a-ozgurluk” ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kampanyaya îmzayan a ji bo azadiya Ocalan da destpêkirin. Di metna kampanyaya îmzayan de hate diyarkirin ku polîtîkayên nijadperest û nêzîkahiyên nijadperestî çareseriya pirsgirêka kurd pêk nayne. Di metnê de hate gotin ku parêzerê Ocalan ji 27'ê tîrmeha 2011'an heta niha nikarin bi muwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin û wiha got: "Bi milyonan kurdan bi awayekî vekîrî Birêz Ocalan ji xwe re weke vîna siyasî nîşan da. Dîsa ji bo çareseriya demokratîk, kurdan Ocalan muhatabê diyalog û muzakereyê nîşan da. Ji bo çareseriyek mayînde jî ev rê divê bê dîtin."
‘MUZAKEREYÊN HATIN BIRÎN DIVÊ DEMILDEST DEST PÊ BIKIN'
Di metnê de hate gotin ku şertên Ocalan ên tendûrîstî, ewlehî û azadiyê ji bo afirandina aştiya gelên Tirkiyeyê girîng e û wiha hate gotin: "Ji bo aştî û azadiya gelên Tirkiyeyê divê pêvajoya çareseriya pirsgirêka kurd dest pê bike. Divê bê bibîrxistin ku pêvajoya hevdîtinan gava aştiyê ye. Hevdîtinên Osloyê şer anîbû ber dawîkirinê û hêviyên aştiyê zêde kiribûn. Piştî hevdîtin hatin birin operasyonên siyasî û leşkerî li Tirkiyeyê zêdebûn û pêvajo ber bi talukeyê ve çû. Hate dîtin ku 'Şer bêyî Ocalan hate meşandin lê bêyî Ocalan aştî nayê meşandin.' Êdî divê mirin ne jiyan bê parastin. Ji ber vê yekê divê demildest muzakere dest pê bikin.
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Em kesên îmzaya me li jê heyî. Em vîna Ocalan a şer bi dawî bikin dibînin. Ji ber vê yekê divê demildest Tirkiye dest ji polîtîkayên îmhayê berde. Em bi vê minasebetê bang dikin ku Ocalan demildest azad bibe."