Ji bo astengkirina malbata Şenyaşar qada çalakiyê kirin cihê parkkirina wesayîtan
Dewleta Tirk ji bo astengkirina Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar qada çalakiyê kir cihê parkkirina wesayîtan.
Dewleta Tirk ji bo astengkirina Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar qada çalakiyê kir cihê parkkirina wesayîtan.
Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de xizm û parêzvanên parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz hevjîn û du kurê Emîne Şenyaşar qetil kiribû. Emîne Şenyaşar tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ku di êrîşê de birîndar bûbû ji 9’ê Adara 2021’an û vir ve li pêşiya Edliyeya Rihayê di çalakiyê de ne.
Di roja 583’emîn a Nobeta Edaletê de malbatê dîsa dest bi çalakiya xwe kir. Mehmet Şenyaşar ê ku hatibû berdan jî tevlî çalakiyê bû.
Ev hefteyek e dora qada nobetê dihat girtin. Piştî ku bariyer hatin rakirin, vê carê dora qadê bi wesayîtan hate girtin û ew der kirin cihê parkkirina wesayîtan.
Hinek blokên din ên beton li blokên beton ên li pêşiya Edliyeyê hatin zêdekirin. Emîne Şenyaşar diyar kir ew ê li hemberî vê astengkirinê çalakiyê bidomînin.
Îro jî rêveber û endamên şaxên OHD’ê yên Dîlok û Rihayê hatin serdana malbatê.
Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal Desteya Dozger û Dadgeran, Wezareta Edaletê û Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag etîket kir û got “Bi fermana serdozger re qada ku me nobeta edaletê lê digirt bi bariyerên polîsan hate girtin û di roja 7’an de hate rakirin. Li Rihayê qanûn tune. Gelo li Edliyeya Rihayê çi diqewime? Em bang li Desteya Dozger û Dadgeran dikin ku bila peywira xwe bi cih bînin.”