Li Mêrsînê bi hinceta “endamtiya rêxisitnê” û “propagandaya rêxistinê” ji bo 7 zarokên Kurd bi daxwaza bi giştî 240 sal cezayê girtîgehê doz hat vekirin. “Delîlên” vê dozê jî parvekirinên li ser Facebook, dîmenên Mobeseyê, îfadeyên şahidên nepen û pîrozbahiya 1’ê Gulanê.
Hema bêje her roj ji Mêrsînê nûçeyên girtin û binçavkirinên zarokên Kurd tên. Rejîma AKP’ê jixwe di warê binçavkirin û girtina zarokan de jî şampiyonê cîhanê ye. Zarokên Kurd bi hincetên pûç û vala tên girtin û bê delîl bi cezayên giran tên darizandin û cezakirin.
Ji bo zarokên Kurd ên bi navên Y.O., A. A., M.A., C.E., F.O., C.B, A.B., ên li navçeyên navenda Mêrsînê Akdenîz û Toroslarê dijîn, bi hinceta “propagandaya rêxistinê kirine” û “endamên rêxisitnê ne” di destpêka meha gulanê de hatin binçavkirin û paşê hatin girtin, cezayeke rekor tê xwestin.
Ev zarokên Kurd sucên weke “endamên rêxistinê”, “dijberiya qanûna xwepêşandan û meşê”, “madeyên teqemenî bi wan re hene”, “binpêkrina azadiya xebatê” û “ziyandana malê gelemperiyê” tên tawanbarkirin. Ji bo 7 zarokan bi giştî 240 sal cezayê girtîgehê tê xwestin.
BEŞDARIYA 1’Ê GULANÊ JÎ SUC E!
Di îdîanameya ji aliyê Dozgerê Komara Tirk Unsal Demîrcî ve hatiye amadekirin de tê gotin ku M.A. beşdarî pîrozbahiya 1’ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê bûye û vê yekê jî weke suc nîşan dide. Her wiha dozgerê Tirk, dibêje ku zaroka/ê bi navê A.B, bi parvekirinên xwe yên li ser malpera Facebookê propagandaya rêxstinê kiriye û ji ber wê jî ceza jêre dixwaze. ‘Delîlên’ dozgerên Tirk dîsa şahidên veşarî, parvekirinên li ser Facebookê, û dîmenên kameraya Mobeseyê ne. Ji bo rejîma AKP’ê jî beşdarbûna 1’ê Gulanê jî êdî suc e.
2’yemîn Dadgeha Zarokan a Mêrsînê vê îdîanameya ku ev cezayê rekor têde ye qebûl kir û ji bo rûniştina dozê dîroka 8’ê tîrmehê diyar kir û daxwaza serbestberdana zarokan red kir.
Parêzerê zaroka/ê bi navê M.A. û endamê Rêveberiya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Eyup Sabrî Oncel diyar kir ku miwekîla/ê wî zarok e û xwest bi awayeke serbest bê darizandin. Parêzer nerazîbûn nîşanî vê cezayê astronomîk ê ku mafê zarokan bin pê dike da.
Oncel destnîşan kir ku divê zarok di çarçoveya Hevpeymana Mafê Zarokan a NY’yê de bên darizandin û got; “Divê ev zarok beriya her tiştê biçin dibistanê, lê mixanbin diavêjin girtîgehan. Divê êdî zarok ewqas neyên mexdurkirin.”