Ji bo 2 rojnamevanan cezayê hepsê

Ji bo Rojnamevan Meltem Oktay û Ûgûr Akgul 4 sal cezayê hepsê hatin birîn.

Der heqê nûçegîhanên berê yên Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) Meltem Oktay û Ûgûr Akgul, di rûniştina biryarê ya 2. Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê de cezayê hepsê derket. Di rûniştina 3’yemîn a dozê de ku duh hat dîtin,  ji bo Oktay û Akgul ên bi “endamtiya rêxistinê” û “propagandakirina rêxistinê” dihatin darizandin, ji ber parvekirinên tevna civakî bi hinceta “propagandaya rêxistinê kirine” 4 sal cezayê hepsê hat birîn.