1’emîn Dadgeha Ceza ya Giran a Mêrsîn ku tu ferqa wê ji dadgehên cezayê giran tune ye, li du mexdûrên Girtîgeha Pozantiyê ya ku zarokên Kurd têde li rastî tecawizê hatin, 34 sal cezayê girtîgehê birî.
Zarokên Kurd ên ku bûn mexdûrên Girtîgeha Pozantiyê ya ku bi tacîz, tecawiz, îşkence û muameleyên xirab hatin, niha jî dibin mexdûrên rejîma AKP’ê.
Dadgeha Tirk cezayê girtîgehê bi ser zarokê bi navê Hasan Şeker ê 17 salîye, li navçeya Miksê Wanê ji dayîk bûye û li taxa Hal a navçeya Akdenîza Mêrsî dijî û Ahmet Bûdak ê 16 salî ye, li navçeya Dihê ya Sêrtê ji dayîk bûye û li taxa Şefket Sumer a Akdenîza Mêrsînê dijî de barand.
Her du zarokên Kurd bi 7 îdîayên weke “endamtiya rêxistinê”, “propagandaya rêxistinê, “Dijberiya qanûna meş û xwepêşandanan” hatin sucdarkirin û ji wana re 40 sal cezayê girtîgehê dihatin xwestin. Her du zarokên Kurd ên ji meha sibatê ve di girtîgehan de ne. Hasan Şeker 6 meh û Ahmet Bûdak jî bi 5 meh di girtîgeha Pozantiyê de man.
Rûniştina biryarê ya dozê îro li 1’emîn Dadgeha Zarokan a Mêrsînê pêk hat. Dadgehê 10 sal ceza dan Bûdak û 24 cezayê girtîgehê dan Şeker. Polîsan nehiştin malbatên dixwestin bikevin hundirê dadgehê û êrîş wan kirin.
Dadgehên rejîma Tirk, di nava 9 mehan de herî kêm 30 zarokên mexdûrên Pozantiyê binçav kir û ji vana herî kêm 15 kes girtin. Bi taybet li her du bajarên Mêrsîn û Edeneyê polîsên Tirk her tim zarokên Kurd dikin hedef.