Ji Beşîkçî bo Almanyayê name: Nirxên xwe ji bîr nekin

Ji Beşîkçî bo Almanyayê name: Nirxên xwe ji bîr nekin

Civaknasê navdar Îsmaîl Beşîkçî nameyek ji Seroka Komîsyona Daxwaznameyan a Meclîsa Federal a Almanyayê Kresten Steinke re şand û xwest daxwazên kampanyaya Kurdan a “Bila Nasnameya Kurdan bê nasîn” a ku dê bê rojeva Meclîsa Almanyayê qebûl bikin. Beşîkçî pirsa “Çi wateya peymanên ku we mor kiriye heye?” ji hukûmeta Berlînê pirsî “ û got; “Ger hûn bêjin em li dijî terorê ne û piştgiriyek bê sînor bidin terora dewletê, ev yek helwestek çewt e.”

Kurdên li Almanyayê dijîn bi pêşengiya Federasyona Komeleyên Kurdan ên li Almanyayê (YEK-KOM) bi dirûşima “Bila Nasnameya Kurdan bê Nasîn” dest bi kampanyayek îmzeyan kirin. Kampanyaya îmzeyan ku zêdetirê 100 saziyên penaberan destekê didin li Meclîsa Almanyayê ne. Civaknasê navdar Îsmaîl Beşîkçî nameyek ji Seroka Komîsyona Daxwaznameyan a Meclîsa Federal a Almanyayê Kresten Steinke re şand û xwest piştgiriyek tam bide daxwazên Kurdan.

Beşîkçî got; “gava mirov li rengê zêdetirê milyonek Kurdên li Almanyayê dijîn dinêre mirov Tirk, Ereb û Farisan dibîne, cihnegirtina Kurdan di nava lêkolîn û îstatîstîkên gelempereiyê de, ji bilî li çend eyaletan nasnamekirina mafê perwerdehiyê bi zimanê zikmakî ya zarokên Kurd, dayîk û bavên Kurd nikarin navên Kurdî li zarokên xwe bikin, xizmetên piştevaniyê bi Kurdî nayên kirin, evane hemû nîşan didin ku azadîxwazî-demokrasiya ku Almanya pê pesê xwe dide û ev pêanîn ji hev du nagirin.”

Beşîkçî destnîşan kir ku ev pêkanîn tê wê wateyê ku nasnameya Kurdan li Almanyayê jî tê înkarkirin û diyar kir ku malbatên Kurdan li vir jî nikarin navên Kurdî bi rehetî li zarokên xwe bikin. Beşîkçî got; “Pirsgirêka Kurd û Kurdistanê, ligel parçekirina Kurdistan û Kurdan di dema Cemiyeta Neteweyan a 1920’an de mafê avakirina dewletek serbixwe yê Kurdan hate xespkirin.”

Beşîkçî bal kişand ser înkar û asîmlasyona li hemberî gelê Kurd û diyar kir ku para welatên emperyal ên wê demê ên weke Franse û Brîtanya û welatên din Ewropayê di vê kareseta hat serê Kurdistanê de zêde yeû diyar kirku welatên Ewropayê îro jî nasnameya Kurdan înkar dikin û bi hincetên cûda Kurdan weke Tirk, Erebû Faris bi nav dikin.

Beşîkçî got; “Saziyên wek Konseya Ewropa, Yekitiya Ewropa, Ewlekariya Ewropayê û Rêxistina Hevkariyê her tim ji Partiya Aşitî û Demokrasiyê, parlementer û şaredarên wê re dibêje “navber bixin navbeyna xwe û terorê”. Bi ya min ev tiştek çewt e. Lê divê ev sazî ji ber desteka didin terora dewletê bêne rexnekirin. Divê mirov ji van saziyan bixwaze ku navber bixin navbeyana xwe û terora dewletê de. Heta ev sazî piştgirî bidin terora dewletê, ev pêşniyarjî ciddî nayên girtin.”

HÛN DIKARIN PÊVAJOYEK NÛ BIDIN DESTPÊKIRIN

Beşîkçî got; “Ger hûn bêjin em li dijî terorê ne û piştgiriyek bê sînor bidin terora dewletê, ev yek helwestek çewt e” û got;

Gelo îro Peymana Neteweyên Yekbûyî (1945), Peymana Sivîl û Mafên Siyasî ya Navneteweyî ya Neteweyên Yebûyî (1966), Peymana Navneteweyî ya Aborî, Mafên Civakî û Çandî ya Neteweyên Yekbûyî ji bo gelên ku li rastî zextan tê çi wateya xwe hene?

Gelo Danezana Gerdûnî ya Mafê Mirovan (1948) , Peymana Parastina Mafên Mirovan û Azadiyan ya Konseya Ewropayê (1950), Peymana Parastina mafên Kêmaran ya Konseya Ewropayê (1995) , Mercê Ziman an jî Zimanên Kêmaran ên Herêmî ya Konseya Ewropayê (1992 ) ji bo Kurdan çi wateya xwe hen?

Beşîkçî xwest ku daxwazên Kurdan bê qebûlkirin û diyar kir ku dê ev yek feydekmezin bide çareseriya pirsgirêka Kurd.