‘Ji ber mudaxeleya dewletê, Elewî di her qadê de pirsgirêkan dijîn’
Hevserokê Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) Mûstafa Karabûdak diyar kir ji ber mudaxeleya dewletê civaka Elewî di her qadê de pirsgirêkan dijîn.
Hevserokê Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) Mûstafa Karabûdak diyar kir ji ber mudaxeleya dewletê civaka Elewî di her qadê de pirsgirêkan dijîn.
Hevserokê Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) Mûstafa Karabûdak bal kişand ser pirsgirêkên civaka Elewî, diyar kir ku divê dewlet li ser esasê wekheviya makeqanûnê ferqê nexe navbera gel û baweriyan. Karabûdak anî ziman ku pirsgirêkên civaka Elewî ancax li ser esasê wekheviyê çareser dibin û wiha got: “Helwesteke berevajî vî tiştî wê jiyanê parçe bike. Elewî her dem li hemberî vê helwesta tekparêz bûne û wê li hemberî wê jî bin.”
Karabûdak, bal kişand ku hêzên ewlekariyê yên dewletê hewl didin civaka Elewî û Cemxaneyan krîmînalîze bikin û hema bibêje her roj bi hincetên cihê polîs dora Cemxaneyan digirin.
Mustafa Karabûdak, diyar kir ku welatiyên Elewî di bin zextên dewletê de ji sektora cemawerî û taybet tên dûrxistin û ev jî di hemû qadên jiyanê de bûne sedema pirsgirêkên nû û got “Wekî mînak, Elewî li tu derê nikarin karekî peyda bikin. Di sektora taybet de jî niha mudaxeleya hikûmetê heye. Hewl didin Elewiyan bi birçîbûnê terbiye bikin. Hewl didin ku Elewî stûyê xwe xwar bikin.”
Karabûdak, da zanîn ku herî dawîn bi qanûnan re Cemxane bi dewletê ve hatine girêdan û got “Me Cemxane bi derfetên xwe ava kiribû û bi qanûna dawîn re mudaxeleyî vî tiştî hate kirin. Wan xwestin fatûreyên me bidin lê me ev tişt red kir. Ji ber ku wan dixwestin civaka Elewî parçe bikin û bişibînin xeta desthilatdariyê.”
Karabûdak jî anî ziman ku di dema xebatên navxweyî yên Cemxaneyan de ew bi astengiyên polîsan re rû bi rû dimînin û wiha got: “Dema ku em biryar didin ku bi endamên xwe re çalakiyê li dar bixin, di heman rojê de polîs dora me digirin. Şaxa asayîşê ne tenê çalakiya me sabote dike, di heman demê de me polîsan kom dike û me krîmînalîze dike.
Karabûdak destnîşan kir ku hikûmeta AKP'ê ev 21 sal in bi rêya Wezareta Karên Hundir hewl dide Elewîtiyê di nav Îslamê de ava bike û got, "Dewlet bi navê alîkarî û piştgiriyê hewl dide bikeve nava Cemxaneyan. Bi taybetî di vê helwestê de şaredariyên CHP’ê rola pêşeng dilîzin. Bi makeqanûneke demokratîk re dive Elewî û hemû bîr û bawerî karibin xwe îfade bikin. Heke wê budçe were stendin, divê ev li ser esasê wekheviyê be.”
Mustafa Karabûdak, destnîşan kir ku Serokatiya Karên Diyanetê ji bo civaka Elewî metirsiyeke mezin çêdike û got “Diyanet saziyeke wisa ye ku taktîkên şerê qirêj ên dewletê ku li wir polîtîkayên asîmîlasyonê yên mezin lê tên çêkirin, meşrû dike û belav dike. Li Tirkiyeyê Diyanet ji bilî baweriyê bi her tiştî re eleqedar dibe. Divê Serokatiya Karên Diyanetê ji holê bê rakirin û saziyeke ku ferqê naxe navbera hemû baweriyan were avakirin.
Naskirina statûya Cemxaneyan, hemwelatîbûna wekhev, perwerdehiya bi zimanê dayikê, baweriya bi zimanê dayikê, ne tenê ji bo Elewiyan divê ji bo hemû gel, bawerî û rengên li vî welatî dijîn were pêkanîn. Ev jî bi makeqanûneke demokratîk dikare pêk were. Hêviya civaka Elewî ji qeymeqam, walî û Wezareta Karên Hundir nîne. Hêviya civaka Elewî ev e ku li welat hemû gel û bawerî bi hev re bijîn û tu kes neyên vederkirin.”