'Ji ber ku Ozal, bi Ocalan hevdîtin pêk anî hat kuştin'

'Ji ber ku Ozal, bi Ocalan hevdîtin pêk anî hat kuştin'

Piştî rapora Lijneya Venêrîna Dewletê (DDK) ya der barê mirina Tûrgût Ozal de, hevalê xebatê yê herî nêzîk yê Ozal, Feyzî Îşbaşaran ji rojnameya Takvîmê re axivî û diyar kir ku ji ber bi awayeke rû bi rû hevdîtin bi Ocalan re pêk aniye û xwestiye pirsgirêka Kurd çareser bike, hatiye kuştin. Îşbaşaran mirina Eşref Bîtlîs Paşa jî bi heman sedemê ve girêda.

Îşbaşaran diyar kir ku hişyariya ji bo Ozal a destpêkê sûîqesta Kartal Demîrag a di sala 1988’ê de bû û diyar kir ku her roja li rastî gef û tehdîtan dihat. Îşbaşran got; “Rojekê Ozal deriyê koçikê ji gel re vekir, di baxçe de bi gel re pîknîk kir. Vî wêneyî serfermandar rakir ser lingan. Dogan Gureş got ‘Hûn çi dikin’ û dengê xwe bilind kir. Gef li min xwar. Lê dîsa jî min bi ya xwe kir.”

Îşbaşaran diyar kir ku çavkaniya vê pirsgirêkê cûda ye û got; “Rehmetî Ozal û Eşref Bîtlîs Paşa li Meletiyê hevalên hev ên zarokatiyê bûn. Pir ji hev hez dikirin û qîma xwe bi hev dianîn. Her duyan jî dixwest pirsgirêka Kurd çareser bibe û PKK jî biqede.”

Îşbaşaran got; “Eşref Paşa jî û Ozal gelek caran li bakûrê Iraqê (Başûrê Kurdistanê) bi Ocalan re hev dîtin. Ocalan razî bibû. Dê çek bihata bêdengkirin. Lê temenê wan têrê nekir.”

Îşbaşaran got; “Barzanî û Talebanî dikirin hincet û gelek caran sînor derbas dikirin û dihatin cem hev. Ozal dizanî ku heta pirsgirêka Kurd çareser nebe, Tirkiye jî mezin nabe, ji ber wê jî ket vê rîskê...”

Îşbaşaran wiha bersiv da pirsa “têkiliya vê yekê bi sûîqestê re hebû?”; “Belê hebû. Ocalan lîsteya 70 kesan da. Me dê hemûyan bişanda welatên Ewrûpa û Îskandinavyayê. Ocalan Norwecê xwestibû. Milîtan jî dê bi bêdengî vegeriyabana malên xwe. Dê li ser kîlometreya 10’emîn a sînor çek bihata danîn. Li ser hemû şertan li hev kiribûn, lê nebû.”

Îşbaşaran ji bo sûîqesta li dijî Ozal jî got; “Ji hindur û ji derve jî piştgirî wergirt. Planên wisa çêkirin, qet nedihatin aqlê şeytan jî. Bi ser keftin. Lê çareserî çênebû. Yên digotin ‘bila xwîn birije’ qezenc kirin.”

Der barê bûyera kuştina Eşref Bîtlîs de jî wiha dibêje; “Hin ji leşkeran jî dizanîn dê balefir bikeve. Dê Kazim Çîllîoglû jî li balefirê siwar bibûya, lê piştre peya bû û siwar nebû. Wî jî planê dizanî . Piştre wî jî kuştin.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di daxuyaniyek xwe de dabû diyarkirin ku Ozal hatiye kuştin. Ocalan di mijdara 2010 de gotibû; “Ji ber ku Ozal rola xwe ya di pirsgirêka Kurd de ku Amerîkayê dabûyê pêk neanî, hat tesfiyekirin. Ewropayê jî nedixwest pirsgirêka Kurd çareser bibe, dixwest neçareseriyê kûrtir bikin. Ozal nemir hat kuştin.”