Ji ber ku nexweşiya xwe bi Kurdî got, tedawiya rojnamevan hate astengkirin
Rojnamevanê girtî Zeynel Bûlût ji ber ku nexweşiya xwe bi Kurdî got, leşkerên Tirk ew asteng kirin.
Rojnamevanê girtî Zeynel Bûlût ji ber ku nexweşiya xwe bi Kurdî got, leşkerên Tirk ew asteng kirin.
Edîtorê rojnameya Xwebûnê Zeynel Bûlût ê ku di 16’ê Hezîrana 2022’an tevî 15 rojnamevanan hatibû girtin ji ber nexweşiyê ew birin Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê.
Bûlût tiştên hatine serê wî bi nivîskî ragihand ji kesên ku hatibûn serdana wî re û diyar kir di 14’ê Gulanê de dema ku wî nexweşiya xwe bi Kurdî ji bijîşk re gotiye, leşkeran mudaxele kirine û nehiştine ku ew bi Kurdî biaxive.
LEŞKERAN MIAYENE ASTENG KIRIN Û DESTÊ WÎ KELEPÇE KIRIN
Bûlût diyar kir ligel ku bijîşk gotiye ‘Nexweş xwe bi kîjan zimanî dikare baş îfade bike, dikare bi wî zimanî biaxive jî’ lê leşkeran nehiştiye ku ew bi bijîşk re bi Kurdî biaxive. Bûlût got “Bijîşk jî got ku ez bi Kurdî dizanim, bihêlin bila nexweşiya xwe bi Kurdî bibêje’ lê leşkeran nehiştine ku ew bi Kurdî biaxive.”
Leşkeran nehiştine ku Bûlût miayene bibe û destê wî kelepçe kirine. Hate diyarkirin leşkeran bi saetan Bûlût li baxçeyê nexweşxaneyê dane sekinandin û piştre ew birine girtîgehê.