Ji ber ku lêgerîna tazî qebûl nekir, doz lê vekirin
Girtiyê bi navê Remezan Çeper ê li Girtîgeha Sîncanê ku lêgerîna tazî red kir, derbarê wî bi hinceta ‘li ber pêkanîna erkê li ber xwe daye’ doz hate vekirin.
Girtiyê bi navê Remezan Çeper ê li Girtîgeha Sîncanê ku lêgerîna tazî red kir, derbarê wî bi hinceta ‘li ber pêkanîna erkê li ber xwe daye’ doz hate vekirin.
Remezan Çeper ê li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejmara 2 a Sîncanê dîl tê girtin, di dema derketina hewastendinê de lêgerîna tazî ya ku gardiyanan li ser wî ferz kir qebûl nekir bi hinceta ‘li ber pêkanîna erkê li ber xwe daye’ doz lê hate vekirin.
Çeper bi rêya telefonê li gel malbata xwe axivî û ev agahî da: “Em ji xwe 23 saetan bi tenê li nava hucreyan in, têkiliya me ti tu kesî re tine. Tenê saetekê mafê bêhn stendinê heye ew jî li gel 3 hevalan dikarin derkevin. Di rewşeke wiha de jî li ser me di ketin û derketinê de lêgerîna tezî ferz dike. Me jî îtiraza vê yekê kir, li me dan, em avêtin hucreyê. Dema em şandin hucreyan hatin hucreya min û li min dan. Ji ber em li ber lêgerîna tazî derketin ji ber sedema ‘nehiştiye karmend karê xwe bike’ doz li min vekirin. Di 15’ê Sibatê saet 10:30’î ez ê bi rêya SEGBÎS’ê tevlî rûniştinê bibim.”