Ji ber ku di azmûnê de pirseke li ser HDP’ê kir hîndekar ji zanîngehê hate dûrxistin

Doç. Dr. Bulent Yucel ê ku li Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Anadolûyê hîndekar e ji ber ku di azmûnê de pirseke derbarê girtina HDP’ê kir, 3 mehan ji zanîngehê hate dûrxistin.

Doç. Dr. Bulent Yucel ê ku li Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Anadolûyê hîndekar e ji ber ku di 9’ê Çileya 2023’an de  di azmûnê de pirseke derbarê girtina HDP’ê kir,  ji aliyê rektoriya zanîngehê ji bo 3 mehan ji zanîngehê hate dûrxistin.

Li gorî daxuyaniya hesabê medyaya dîjîtal a Komîteyên Ciwanan, Doç. Dr. Bulent Yucel ji ber ku di azmûneke Esasên Giştî yên Hiqûqên Makeqanûnê di pirsekê de qala girtina HDP’ê kiriye, biryar hatiye dayîn ku Yucel 3 mehan ji peywirê were dûrxistin.

Rêveberiya zanîngehê azmûna di 9’ê Çileya 2023’an de betal kir û peyamek ji xwendekaran re şand ku wê azmûn di 19’ê Çileyê de were kirin.