Navenda Giştî ya BDP’ê ji bo rewşenbîrê Kurd û yek ji kesên doza 49’an Seîd Bîngol ku jiyana xwe ji dest da bû peyamek ya sersaxiyê weşand.
Di peyama ku ji aliyê Navenda Giştî ya BDP’ê ve hate weşandin de, hate gotin “Em bi windakirina Seîd Bîngol ku yek ji kevirên girîng yê tekoşîna Kurd û yek ji kesên Doza 49’an pir xemgînîn. Bîngol ku bi dirêjahiya temenê xwe di nava tekoşîna Kurd de cihê xwe girt. Bîngol dê her tim bi pêxistina agirê Newrozê yê sala 1956’an yê li Adaya Heybeliyê bê bibîranîn. Seîd Bîngol mirovekî ku cihê wî nayê dagirtin yê binirxe, ji Xwedê rehmetê û ji malbata wan ya binirx, xizmên wan û heskiriyê wî sersaxiyê dixwazîn.”