BDP’ê bal kişand ser greva birçîbûnê ya di girtîgehan de ji aliyê 380 girtiyan ve hatine destpêkirin û ji bo tu mirin çênebin, banga bihîstyariyê kir. BDP’ê diyar kir ku bêdengiya çapemenî û hukûmeta Tirk jî rexne kir û diyar kir ku ger mirin çêbibin, berpirsê vê yekê hukûmet û çapemenî.
Navenda Giştî ya BDP'ê der barê girtiyên ji doza PKK'ê û PAJK'ê yên ketine gireva birçîbûnê de diyar kir ku hikûmet û çapemenî bêdeng dimîne û li gel girtî ji bo aştiya mayinde pêk bê çalakiyek bi vî rengî pêk tînin, lê dîsa hikûmet û medya bêdeng e. BDP'ê da zanîn ku dê hikûmet û medya bepirsiyarê mirinan be.
Navenda Giştî ya BDP'ê di daxuyaniyê de diyar kir ku 380 can 4 hefte (28 ango 672 saet in) bedena xwe bi birçîbûne dane ber mirinê û di nava çar dîwaran de bi bedena xwe dixwazin rê li pêşiya şer û kuştinê bigirin.
BDP'ê anî ziman ku girtiyan ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe û daxwazên Ocalan ên azadî tenduristî û ewlehiyê pêk bê ketine gireva birçibûnê û wiha got:
"Li gel vê daxwazê hikûmeta AKP'ê bêdeng dimîne. AKP û medya li hemberî vê yekê bêdeng e. Ger ku tiştek bi serê wan bê û li girtîgehan mirinek pêk bê berpirsiyarê vê yekê hikûmet û çapemenî ye.”