Ji BDP'ê ji bo CPT'yê daxwaznameya der barê girtîgehan de

Ji BDP'ê ji bo CPT'yê daxwaznameya der barê girtîgehan de

Rêxistina BDP'ê ji bo balê bikşîn ser pêkanînên li girtîgehên Tirkiyeyê serî li CPT'ê da. BDP'ê di daxwaznameya serlêdanê de xwest ku CPT bê Tirkiyeyê û li girtîgehan lêkolînê bike. Her wiha hat ragihandin ku dê CPT biçe serdana Girtîgeha Riha û gelek girtîgehên din.

Rêxistina BDP'ê ji bo di serî de balê bikşîne ser girtîgeha Şakranê û hemû girtîgehên din, bi daxwaznameyekê serî li Navenda Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) da. BDP'ê di daxwaznameya xwe ya serlêdanê de diyar kir ku di serî de li Girtîgeha Şakranê ya Îzmîrê û hemû girtîgehên din binpêkirina mafan derketiye asta herî jor û wiha got: "Gelek girtîgehên ku pêwiste têkevin meriyetê, li gel hemû înşaeta wan xelas bûye û di gelek girtîgehan de hêjmara girtiyan 3 qat zêde ye jî hêj neketiye meriyetê. BDP'ê di daxwaznameyê de anî ziman ku ewil di 10'ê sibata 2012'an de girtiyên jin ên girtîgehên Buca, Bergama û Uşakê anîn Girtîgeha Şakranê û wiha got: "Lê ji ber ku hêj ev girtîgeh di înşaetê de bû gelek girtî bi zorê di karê înşaete de dan xebitandin. Wekîla Koma BDP'ê Pervin Buldan li girtîgehê lêkolîn kir û rapor amade kir. Rapora ku hate amadekirin ji ÎHD û ÇHD'ê re şand."

BDP'ê di serlêdana CPT'ê de bal kişand ser binpêkirina mafên girtiyan û wiha got: "Dema girtiyan dişînin girtîgehê girtî di lêgerînê de tên tazîkirin. Rût û tazî tên kirin û kesên vê yekê qebûl nakin jî rastî lêdan û cezayan tên. Di lêgerînê de leşker û gardiyan bi destan girtiyan tacîz dikin. Li nava şeq û pêsirê wan lêgerînê dikin. Dema girtî derdikevin hevdîtinê jî di 3-4 nokteyên lêgerînê re derbas dibin. Di serî de li ser piyan jimartina girtiyan kirin. Girtiyên ku ji girtîgehek tin tên sewqkirin alav û amûrên wan tên desteserkirin. Bi taybetî cil, pêlav û dermanên girtiyan tê desteserkirin. Girtî dema malzemeyên xwarinê bi xwe re dibin tê desteserkirin. Ji ber ku xwarina wê têr nake girtî di nava şert û mercên xerab de pêdiviyên xwarinê temîn dikin. Girtiyên ku ketin gireva birçîbûnê di serî de av nedan wan. Pêdiviyên wan ê li şûna xwarinê lîmon û şekir neda wan. Girtiya nexweşê vîtamîna B-1 hêj nikare dermanê xwe bigire û her ku diçe nexweşî li wê giran dibe. Dîsa girtiyên nexweşê parêzê nikarin pêdiviyên xwe yên xwarinê bistînin û xwarina wan nayê dayîn."

BDP'ê di berdewama daxwaznameyê de anî ziman ku ne tenê li Şakranê, li hemû girtîgehên Tirkiyeyê heman pirsgirêk hene û girtîgeh ne li gorî şert û mercên mirovahiyê ne. BDP'ê da zanîn ku kapasîteya girtîgehan 121 hezar û 804 kesin, lê niha 132 hezar û 369 girtî dimînin.

BDP'ê bang li CPT'ê kir û xwest li girtîgehên Tirkiyeyê lekolînê bike.